• DOLAR 32.55
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2443.994
  • ...
Umut Kapisi 3 qamyon alîkarî ji bo Helebiyan berhev kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Banqaya Zad a Umut Kapisiya ku endamê Platforma Alîkariyê ya Umut Kervani ye di bergeha kampanyaya alîkariya bi navê ‘ Em ji bo Helebê bibin deriyê umudê’ de 3 qamyon alîkarî berhev kir û ji bo siwîlên Helebî bi rê kir.

Serokê Giştî yê Banqaya Zad a Umut Kapisiyê M. Siddiq Furqan  di derbarê alîkariya ku hat kirin de daxuyaniyek da. Furqan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew alîkariyên mîna ard, batanî û cil û kinc bi rê kir. Furqan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku me di bergeha kampanyaya ku dabû destpêkirin de 3 qamyon alîkarî ji bo Helebiyan berhev kir û me ji wan re bi rê kir. Ev alîkariyên ku me şandine ne yên dawiyê ne. Alîkariyên me dê berdewam bikin. Kampanya me heta 27ê Sibatê berdewam dike. Em hêvî dikin ku Diyarbekir destekê bide vê kampanyayê.”

Furqan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir alîkariyên ku hatine berhevkirin dê biçin deriyê sînorê ya Oncuogluyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Alîkarî dê ji wê derê bigihijînin Helebiyan. Digel ku Diyarbekir ji bûyeran gelek zirar dîtibe jî pariya di destê xwe de bi birayên xwe yên Misliman re parve kir.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir