14 kesên ku tê îddîakirin propagandaya PKKê kirine hatin girtin
Ji 18 kesên ku ji ber îddîaya kirina propagandaya PKKê hatibûn binçavkirin 14 kes hatin girtin.
Hat ragihandin li navenda Xarpêt û navçeyên wê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de 18 kes, tê diyarkirin ji ber ku propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin û ji van 18 kesan tevde 14 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.(ÎLKHA)