• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Cureta sîyonîstan ji ber ku di nabeyna Mislimanan de yekitî tune ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya Huda Parê ve di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nabeyna Mislimanan de yekitî tune. Ji ber vê yekê Misliman dibin hedefa êrîşan.

Di daxuyaniya ku ji teref navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat destnîşankirin  ji bo ku dawî li drama mirovahiyê ya li Sûrî were li Astanaya Payîyextê Kazakîstanê hevdîtin didmin û Trump jî diyar kiriye ku dê piştgiriya xwe ya ji Îsraîla Sîyonîst re bidomîne û sefîrtiya DYEyê bibe Qudsê. Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kiuşandin ku ku di nabeyna Mislimanan de yekitî tune. Ji ber vê yekê Misliman dibin hedefa êrîşan.

Mijara Sûrî û hevdîtinên ji bo agirbestê

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku di encama şerê ku li Sûrî bê navber didome de kul û keder û texrîbatên gelek mezin pêk hatine. Dûvre wiha hat destnîşankirin: “Gelê Sûrî kul û kederên gelek mezin dîtin. Şer û pevçûna bê rehm bes li gelê Sûrî nedaye. Derbeya herî mezin li biratiya Mislinmanan û fikr û ramana Umetê daye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji teref welatên herêmê ve jî hatiye qebûlkirin ku çareseriya pirsgirêkê leşkerî nîne siyasî ye. Ev yek jî rewşekî erênî ye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin:

“Agirbesta ku di bergeha biryarên hevpar a di civîna Tirkiye, Îran û Ûris de li Moskovayê roja 20ê Berfanbara sala 2016an hat dayîn de ji bo gelê Sûrî heke kêm bibe jî rewşekî erênî ye. Heke li hinek deran agirbest were îhlalkirin jî şer kêm bûye, drama mirovahiyê ya ku li Helebê pêk hatiye û dîmenên wekê li wê derê kêm bûye. Ev geşedan ji bo gelê Sûrî erênî ne. Ji bo ku agirbest mayînde bibe û bi hincetên cûr bi cûr îhlal çênebin divê di nav tevayiya Sûrî de hemî kom daxîlê pêvajoyê bibin.”

Daxwaziya DYEyê ya birina sefîrtiya xwe ya li Qudsê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi Deklarasyona Balfourê bingeha Îsraîla sîyonîst hatiye avêtin. Ev yek jî xencerekî bi jehr a ku di dilê Umeta Îslamê de asê bûye ye. Ev Îsraîla sîyonîst ji bo aşitiya li dinê astenga herî mezin e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Îsraîla sîyonîst ji xwe re kiriye armanc ku li ser axê Filîstînê “Dewleta Îsraîlê ya Mezin” damezrîne. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Sekinandina gavên şeytanî yên Îsraîla Sîyonîst a ku hemî însanan dikişîne nav felaketê bes wezîfa Flîstîniyan an jî Mislimanan nîne. Ev yek wezîfa kî ji kîjan baweriyê dibe bila bibe kesê ku aşitî û aramiyê dixwaze ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Trumpê ji bo serokê DYEyê hatiye hilbijartin biryar daye ku sefîrtiya DYEyê ji Telavîvê bibe Qudsê û di derbarê vê yekê de bi israr in. Ev yek him ji bo alema Îslamê û him jî ji bo Qudsê êrîş e. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin;wateya ew e ku çeteya Sîyonîst a ku Qudsê wekê payîtexta xwe ya ebedî îlan kiriye wek “pejirandina sîyasî” hesibandiye.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Sîyonîst û piştgiriyên wê vê curetê ji ber ku Misliman di nav îxtîlafê de ne û nefret û çekên xwe dirêjê hev dikin û li dijî dijminên xwe bi hev re hereket nakin e. Wek HUDA PAR em bang dikin ku hemî Misliman û welatên Îslamê demildest dev ji her cûr îxtîlafên di nabeyna xwe de berdin û  xwedî li Qudsa Şerîf a  ku bûye hedefa êrîşan derkeve.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir