• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Di nêzî Balafirgeha Mogadîşu de teqîn: 13 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gor agahiyên hatine bidestxistin di nêzî Balafirgeha Naveteweyî ya Mogadîşu de li noqteya kontrola ewlehiyê wesayîta ji bombeyan dagirtî hat înfilaqkirin. Gor agahiyên hatine bidestxistin 13 kes jiyana xwe ji dest dane.

Piştî êrîş teqîna duyemîn pêk hat û dûvre dengê çekan hat bihîstin. Ji ber bandora teqînê di avahiyên hawîrdor de xisar çêbû.

Hat ragihandin ku êrîş li ber ofîsên Neteweyiyên Yekbûyî û Otêla Peace ya ku gelemperî rêvebirên biyanî tê de dimînin pêk hatiye. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir