• DOLAR 32.571
  • EURO 34.993
  • ALTIN 2441.78
  • ...
"Me û zarokên me di holê de hêştin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hinek kesên ku wek wezîfedarên taybet a ku di Saziya Teknolojî û Ragihanê ya girêdayê Wezareta Ragihandinê (BTK) de dixebitîna diyar kirin ku bi binasiya têkiliya wan bi FETO re heye wan ji kar derêxistine. Ji ber vê yekê wan bertek nîşan dan.

Sedat Beyazadam diyar kir ku berê ew di Midûrtiya Herêma Diyarbekirê ya BTKyê de dixebitiya. Beyazadam diyar kir ku ew ji sala 2009an pê ve wek personelê ewlehiya taybet dixebitiya û piştî hewldana derbeyê wî ji îş derxistine.

Sedat Beyazadam diyar kir çi qas dema ku dê îhalekê çêbe hewl dane wî ji îş derêxin yekê din têxin îş. Beyazadam mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê Saziya Teknolojî û Ragihanê zêde guherî  zêde neheqî li personelan hat kirin. Beriya vê serokê saziya me guherî. Omer Faruk Sayan 2 meh berê tayînê saziyê kirin. Ji me re gotin ‘personel zêde ne. Dê em çend kesan ji îş derêxin.’ Me jî mereq dikir. Lê ji me re gotin kesên pişta wan xort bibe dê ji îş dernekevin. Dûvre piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê neheqî li me kirin û bê delîl û binasî bi telefonê dawî li îşê me anîn.”

“Me bi fermî wek xayînê dewletê îlan kirine”

Beyazadam diyar kir ku bi binasiya têkiliya wan bi FETO/PDYyê re heye wan ji îş derêxistine. Dûvre Beyazadam wiha pê de çû: “Piştî ku me ji îş derêxistin em çûn ÎŞKURê. Me dî ku wan ji bilî ve beriya me girtine. Me resmen wek xayînê dewletê îlan kirine. Di SGKyê de ji me re dibêjin binasiya ji kar derrêxistina we madeya 29 emîn e. Ji ber vê yekê ez li tu derê îş nabînim.”

Ahmet Balsak diyar kir ku ew jî wek wezîfedarê ewlehiya taybet di Saziya Teknolojî û Ragihanê de dixebitia. Balsak mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Di heyama hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de em heta nîvê şevê li derve dimanîna û her roj em di qadan de bûn. Heta doh kesên ku FETOyî bûn wê çaxê di qadan de al dihejandin. 5 roj piştî hewldana derbeyê nobeta min hebû. Midûrê herêmê wek bang telefonê me kir. Dema em çûn cem wî diyar kir ku bi emrê ji Enqerê hatiye me ji îl derêxistine.”

“Me û zarokên me di holê de hêştin”

Balsak diyar kir ku berê jî mexdûrê FETO bûye. Dûvre Balsak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek malbat em mexdûrê FETO ne. Berê jî em ji ber FETO mexdûr bûne. Saziya ku ez li wir dixebitim baş dizane ku ez FETO yî nînim. Em di umrê de xwe de Rojnameya Zamanê nesitandiye.”

Balsak wiha dawî li axvtina xwe anî: “Bê lêpirsîn, em bi telefona ku ji midûr hat ji wezîfê hatin derxistin. Em dixwazin ku mafên me bidin me û kesên van îftirayan avêtine sitûyên me bila werin cezakirin. Me û zarokên me di holê de hêştin û sicîlên me xera kirin. Em dixwazin edalet pêk were.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir