Qudûs TV ji nû ve dest bi weşanê kir
Qudûs TVya ku di bergeha Qerarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin ji nû ve dest bi weşanê kir.
Qudûs TV di berpgeha OHALê ya jimariya 668an de bi Qerarnameya di Hukmê Qanûnê de ji teref RTUKê ve hatibû girtin.
Polês çûbûn navenda Bagcilara Stenbolê ya TVyê û dest danîbû ser malên wir û saziyê jî dabû mihûrkirin.
Hat ragihandin Qudûs TVya ku 8 sal berê dest bi weşanê kiribû û rêvebirina weşana giştî ya wê Nurettîn Şîrîn dikir dê ji nû ve dest bi weşanê bike. (ÎLKHA)