Li Bedlîsê ji bo 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
Hat ragihandin ku ji bo şaredariyên DBPyî yên navçeyên Mutkan, Hîzan û Tatîka Bedlîsê qeyûm hatine tayînkirin.
Piştî ku serokên şaredariyên DBPyî yên navçeyên Mutkan, Hîzan û Tatîka Bedlîsê di bergeha lêpirsîna PKKê de hatin girtin ji bo heman navçeyan qeyûm hatin tayînkirin.
Hat ragihandin ku ji bo şaredariya Hîzan û serokatiya Şaredariya Bajaroka Tatîkê Qeymeqamê Hîzanê Bulent Hamîtoglu û ji bo şaredariya Mutkan jî Qeymeqamê Mutkan Mehmet Kiliç wek wekalet hatine tayînkirin. (ÎLKHA)