• DOLAR 32.194
  • EURO 35.177
  • ALTIN 2471.891
  • ...
HUDA PAR çû taziya Yusufiyê ku bavê wî rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mustafa Demîr berî vê 22 salan ango di salên 90î de ji teref polêsên ku endamên FETO/PDYê ne ve bi kumpasan hat binçavkirin û bi rojan îşkence lê hat kirin. Bi heman awayî dîsa ji teref hakim û dozgerên ku endamên FETO/PDYê ne ve jê re cezaya hebsa muebbet hat dayîn. Mustafa Demîrê ku mexdûrê FETO ye ev 22 sal e ku di girtîgehê de ye. Bavê bi qenser ê Mustafa Demîrê Yusufî jiyana xwe ji dest da. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û lijneya pê re çû serdana taziyê yê Mustafa Demîr û sersaxî danê.

Piştî ziyareta taziyê ya ku hat kirin re Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut  daxuyanî da. Turgut di daxuyaniya ku da de destnîşan kir bila ji bo kesên ku mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Turgut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  bi sedan mexdûrên FETO û 28ê Sibatê hêj di girtîgehê de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê kekê me Mustafa Demîr wefat kiribû, em berî ve 3 rojan hatibûn taziyê. Lê em dilşikestî ne. Ka bifikirin, ev çandîn salê  ku kekê me Mustafa Demîr di girthîgehê ye.  Dema ku di girtîgehê de ye bavê wî wefat dike. Weke wî, dê û bavê bi sedan kesên mîna Mustafa  dema ku di girtîgehê de bûn wefat kirin. Cara ewil ji birayê me Mustafa re destûr hat dayîn da ku beşdarî taziya bavê xwe bibe.”

 “Pêwîst e ji mahkûmên  Misliman re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin”

Turgut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştgiriya DYEyê hat kirin re gelek tişt li Tirkiyê hatin guhartin. Turgut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê sedemê  bi sedan kesên ku mexdûrê FETO û 28ê Sibatê ne hêj di girtîgehê de ne.  Wextê berdana vanan hatiye û derbas jî bûye.  Lewra ev kes di salên 90î de an ji teref rêxistinên mîna Ergenekon û Jîtemwarî yan jî ji teref hakimên FETO ve hatin cezakirin û ji wan re cezaya hebsa muebbet hat dayîn. Me bihîst û dît, kesên ku  ji JÎTEM û Ergenekonê hatine darizandin û beraat  kirine û hetta jî tazmînat standine hene. Ji ber vê yekê pêwîst e ji van mehkûmên Misliman re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.  Ger ku exlebeya hakimên ku ceza dane van, ji wezîfê hatibûn dûrxistin  û dîsa ew qas jî ji endambûna rêxistinê hatibin girtin; pêwîst e  cezayê ku van kesan dane divê ji ber çavan bên derbaskirin  û divê ji nû ve bên darizandin. Ji bo vê yekê mesûl e yekemîn hikûmet e.  Ger ku vê yekê neke dê di roja axretê de destên bi hezaran kesî dê di pêsîra wan de be. Ev vebaleke mezin e. “

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ev birayên me efûyê naxwazin û tu hêvîya wan jî di vî warî de nîne, kesên ku sûc kiribin efûyê dixwazin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir