Demîrel û Koncaya HDPyî hatin binçavkirin
Parlementerên HDP yên bi navê Çaglar Demîrel û Besîme Konca hatin binçavkirin.
Parlementera Diyarbekirê û Cigîra Serokê Koma HDPê Çaglar Demîrel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca di derdora seat 24.00an de li ber Navenda Giştî ya HDPê hatin binçavkirin.
Hat hînbûn di derheqê Parlementera Diyarbekirê û Cigîra Serokê Koma HDPê Çaglar Demîrel û Parlementera Sêrtê Besîme Koncayê de ji du lêpirsînên cuda qerara girtinê heye. (ÎLKHA)