Tayînên miftiyan hat kirin
Biryara ku di derbarê tayîna miftiyan de hatibû dayîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di Rojnameya Fermî de bi serenavê ‘Biryarên tayîna aydê Alîkariya Serokkomarî’ bi biryara ku hat weşandin re tayînên miftiyên bajaran hat kirin.
Gor vê weşanê gelek miftiyên bajaran hat guhertin û bajarên ku miftiyên wan tunebû jî hatin tayînkirin.
Bajarên ku miftî hatine tayînkirin
Ji bajarên wek Yalova, Kutahya, Ankara, Kahramanmaraş, Erzirom, Yozgat, Kirşehîr, Karaman, Dêrsim, Ardahan ên ku bê miftî bûn re miftî hatin tayînkirin.
Bajarên ku miftiyên wan hatin guhertin
Miftiyên bajarên wek Kirikkale, Şernex, Osmaniye, Xarpêt, Sînop, Uşak, Mêrsîn, Ordu, Balikkesîr, Tekîrdag, Bursa, Bîtlîs, Eskîşehîr jî hatin guhertin. (ÎLKHA)