• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
"Ji bo ku li Qudsê bang were dayîn divê em bi hev re bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku rejîma siyonîst a Îsraîl hewl dide wek pêşnûmaya qanûnî bangdayîna ji hoparlorê qedexe bike bertekên tûnd ên tên dayîn didomin.

Koma ku bi bangewaziya endamên ÎHHyê ya ciwan li ber Serekkonsula Îsraîlê ya Stenbolê ji dabaş pêşnûmaya qanûnî re bertek nîşan da. Serokê Şaxa Ciwanan ê HUDA PARê Adem Aksu jî beşdarê daxuyanî bû.

Serokê ÎHHya Ciwan Fatîh Yazici destnîşan kir pêwîst e ku hemî Misliman ji vê muemeleya dereqanûnî re bertek nîşan bide.

Yazici diyar kir ku ew ji bo ji pêşnûmaya qanûnî ya ku dê bangdayînê qedexe bike re bertek nîşan bidin li wir li hev civîne. Dûvre Yazici wiha pê de çû: “Îro dê siyonîst li Qudsê ji bo ku bang were qedexekirin dê pêşnûmaya qanûnî dê têxin dengdanê. Îsraîla zalim dîsa bi şiklekî dereqanûnî li nav çavên Mislimanan mêze dike û çê dixwaze dike. Divê Îsraîl bizane ku dê ew çawa bixwazin nekarin bangê qedexe bikin. Dê ew tu wextê li Qudsê dengê Allahu Ekber nekarin bibirin. Wek Misliman em beriya navê xwe dengê xwe dibihîsin. Wateya bangê, Bîlal e, Resulullah e, Meke û Quds e.”

Yazici daxuyaniya xwe wiha domand: “Armanca siyonîstan ew e ku nifşekî bê bang mezin bibe. Gelê ku ew bi qetilkirinê nikarin xilas bikin hewl didin ku wiha xilas bikin. Zarokên Filîstînê dê tu wext şehîdên xwe û doza wan û bangê bê xwedî nehêlin.”

Yazici ragihand pêwîst e welatên Misliman jî ji vê zulma ku li Qudsê tê kirin re bertek nîşan bide. Dûvre wiha dawî li dacxuyamniyê anî: “Em şîreteke wiha li kesên ku ji serê dinê hatine Qudsê îşqal dikin re bibêjin. Heke hûn ji bangê acizin axê ku we îşqal kiriye ji xwediyên wan ên eslî re bihêlin û ji wir biqeştin herin.”

Serokê Şaxa Ciwanan ê HUDA PARê Adem Aksu wiha diyar kir: “Daxwaziya me a ji Xweda ew e ku Îsraîla hewl dide vê pêşnûmaya qanûnî pêk bîne dawiyeke xirab ji Îsraîlê re bîne. Em ji bo şermezarkirina vê pêşnûmaya qanînî hatine vir.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir