"Pêwîst e mizgeft ji jêrzemînan re neyên hepiskirin"
Miftiyê Bajêra Diyarbekirê yê Diyanetê Burhan Îşliyenê ku diyar kir pêwîst e mizgeft ji jêrzemînan re neyên hepiskirin, bang li muteahîtan kir û ji wan xwest ku bila planên îmarê li gor mizgeftan bên amadekirin.
Miftî Îşliyen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku Hz. Muhammed hicretî Medînê kir ewil mizgeft daye înşakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li bajarên ku Misliman wanan saz kirine mizgeft li navendên bajêran de bûn.Mizgeft cihên civîn û bêhnvedanê, cihên îstîşareya meseleyên girîng û cihên hînkirina û fêrbûna karên girîng in.Xirabkirina mizgeftan û li van deran astengkirina zikirkirina Xwedê wek zilmê tê wesifandin.Misliman divê plansaziyên bajêran li gor mizgeft û mescîdan bikin.Dema ku plana îmarê ya derekê hat derxistin divê tesîsên dînî û qadên îbadetê jî bên hesabkirin. Pêwîst e mizgeft ji jêrzemînan re neyên hepiskirin.”
Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir cihên ku wek depo jî nayên bikaranîn wek mescîd tên bikaranîn ku ev yek jî bala Mislimanan nakşîne û wan cezb nake.
Diyarbekiriyên ku nedixwastin jêrzemîn wek mescîd bên bikaranîn destnîşan kirin divê cihên îbadetê cihên herî xweşik bin.
“Pêwîst e mescîd li cihên herî delal bên sazkirin”
Zulfî Yaşarê ku ji cemaeta Mizgefta Asker Mehmet Selîm e di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku mescîd di jêrzemînan de ne bêhnên ne xweş ji wan tê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bêhn cemaetê aciz dike, dema ku baran dibare av dikeve hundir. Elbet mzigeftên mezin hebin baştir dibe.”
Remezan Tekînê ji cemaeta camiyê diyar kir ji dêla ku mescîd di jêrzemînan de bin bila di qeta têketinê de bin ku ev yek baştir e û wiha destnîşan kir: “Av dikeve jêrzemînan û mişkîleya paqijiyê heye.Cihê camiyan çi qas ne di binî de bin ew qas baştir dibe, him ev yek ji bo çûyîn û hatine telebeyan jî baş dibe.”
Kesê bi navê Remezan Yalçin jî diyar kir ne munasîb e ku mescîdên me di jêrzemînan de bin û wiha pê de çû: “Mescîd ji wan remzên me dînî remzeke girîng e.Ji Xweda re hemd ku cihên munasîb hene,çima di jêrzemînan de tên çêkirin.”
Kesê binavê Abdullah Demîr jî destnîşan kir: “Mescîd divê li cihekî baş û li cihekî ku însan rihet herinê bê sazkirin.Li dereke ber bi çav be baştir e.”(ÎLKHA)