• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Em jixwe astengdar in bila însan astenganiyan nedeynin li ber me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yahya û Yasemîn Tunça astengdar digel zarokên xwe yên hurik hewil didin di bin şert û mercên giran de bijîn.Malbata ku di nava şert û mercên giran de dijî çi qas zehmetiyê bibînin jî ji halê xwe re şikir dikin.

“Kolan û sikakên Êlihê ji bo astengdaran ne munasîb in”

Yasemîn Tunça 38 salî ya astengdar di derbarê mijarê de destnîşan kir  digel halê wan a astengdar astengiyên li Êlihê jî ji wan re dibin asteng.Tunç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û zilamê min astengdar in.Em nikarin derkevin derve.Temamê sikak û kolanên Êlihê ji bo astengdaran bi zehmetîyan dagirtîne.Em her tim li rasta zehmetîyan tên.Ji ber ku di destpêk û dawiya Kolana Gulîstanê de xelk wesayîtên xwe park dikin em nikarin derkevin.Ger ku hinek kes alîkariya me bikin em dikarin derkevin.Em jixwe  astengdar in, bila însan jî  astengiyan nedeynin li ber me.Em dixwazin biçin bazarê, lê belê sikak tev xirabûyîne.Em ji we rica dikin, ji me re bibin alîkarî.Dema ku em dixwazin têkevin dikanekê em nikarin.Lewra kaşika astengdaran nîne.Em dixwazin ji zarokên xwe re danûstandinê bikin.”

 “Hemû însan namzetekî astengiyê ye”

Tunç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hemû kes namzedekî astengiyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nêzî 22 salan ez sexlem bûm, lê ev bû 12 sal ku ez astengdar im.Em ji temamê însanên bi sihet rica dikin, bila hemû kes hesas bin, hemû însan namzetekî astengiyê ye.Dema ku me dît bila dilê xwe ji me nexelînin û bi çaveke cûda li me nenihêrin.”

Yahya Tunçê astengdar jî di derbarê mijarê de qala zehmetiyên ku ew dikşînin kir û bang li şaredariyê kir da ku rê û sikakan sererast bikin ji bo ew karibin derkevin derve.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir