• DOLAR 32.603
  • EURO 34.902
  • ALTIN 2405.22
  • ...
"Pêwîst e Misliman bi sêrê re eleqeder nebin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku di Çemê Dîclê de amûrên sêrê yên wekê nala hespan, nivîsên Erebî, kêr û nivişt derketin holê aliman destnîşan kirin ku karê sêrê heram e. Ji ber vê yekê pêwîst e têkilî û eleqa Mislimanan bi karê sêrê re tunebe.  

Di derabrê mijarê de Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mehmet Şenlîk, endamê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Abdulqudus Yalçin û Miftiyê Yenîşehîrê Şefket Dîlmaç destnîşan kirin kesên ku idîa dikin ku ew sêr dikin bes hestên dînî yên însanan îstîsmar dikin.

Endamê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Abdulqudus Yalçin diyar kir ku eleqebûna bi sêrê re kufr e. Dûvre Yalçin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sêr cûreke qadeke ekeqedariyê ye ku mirov dibe kufrê. Armanca sêrê ew e ku kesê hember bixapîne. Vê yekê jî bi rê û rêbazên cûr bi cûr dikin. Her cûrên sêrê mirov nabe kufrê lê heram in. Di Qur’ana Pîroz de sêr hatiye qedexekirin û hatiye fermankirin ku sêr karê şeytanan e.”

Yalçin ragihand ku hinek însan karê sêrê dikin û bi vê yekê re eleqeder dibin. Lê gor îslamê sêr caîz nîne û pêwîst e Misliman bi vê yekê re eleqeder nebin.

 “Divê ku Misliman tevesulê vê yekê neke”

Yalçin anî bibîranîn ku li ser Pêxemberê me (as) jî sêr hatiye kirin û di encama vê yekê de Resûlê Xweda nexweş ketiye. Dûvre Yalçin wiha pê de çû: “Divê ku Misliman tevesulê vê yekê neke. Hemd ji Xweda re ku em Misliman in. Di nabeyna me de mucîzeke wekê Qur’an heye. Zatekî wekê Resulullah rêberê me ye û em di welateke Îslam de dijîn. Di rewşeke wiha de divê ku mereqa Mislimaneke ji hînbûna Îslamê re hebe. Dema ku însanekî ilmê wî di derheqê Îslamê de hebe tevesulê vê yekê nake.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mehmet Şenlîk destnîşan kir ku ev karên wiha dûrê aqil û batil e. Armanceke vê karê jî berjewendiya madî ye.

Dûvre Şenlîk wiha belav kir: “Însanan bi karê eiha re dabir dikin. Sêr ji gunehên mezin e û di Îslamê de tune. Bi karên xurifî yên wiha însanan dixapînin. Sêr di Îslamê de ji gunehên mezin e. Îro roj hinek kes ji bo ku navê Dînê Îslamê qirêj bikin vê yekê dikin. Hewl tê dayîn ku bidin nîşandan ku alim bi vê yekê re eleqeder dibin. Ev fealiyeteke xerab e.”

Miftiyê navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê Şefket Dîlmaç diyar kir ku sêr heram e. Dûvre Dîlmaç wiha ragihand: “Qaîdeke wekê ku her tiştên heye helal e tune. Dizî jî heye, bê arî jî heye û mêrkujî jî. Ev heq nîne û li Mislimanan nayê.

Dîlmaç dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sêr ji wan karên ku ji bo însanan bixapînin tê kirin. Hinek ji wan vê yekê bi sitêrkan dike, hinek ji wan jî bi gotinan. Heta îro nehatiye dîtin ku sêrbaz serkeftine. Ji xwe nikarin ser bikevin jî. Sêr ji bo perê di berîka însanan de bê sitandin tê kirin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir