• DOLAR 32.28
  • EURO 34.695
  • ALTIN 2397.79
  • ...
 "Min her dû lawên xwe jî di rêya Xweda de fida kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî wefata Huseyîn Akbalikê ya ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal di girtîgehê de ma û piştî ku nexweş ket wefat kir malbatê û heskiriyên wî şîna wî giritn.

Dê Meryem Akbalika ku çendîn sal ji lawê xwe dûr mabû û di vê halê de lawê xwe ji dest da ragihand ku laweke wê jî çend sal berê ji teref PKKê ve hatiye qetilkirin. Dûvre Akbalik wiha diyar kir: “Min her dû lawên xwe jî di rêya Xweda de fida kir.”

Abdurrahman Akbalikê (18) birayê Huseyîn Akbalik di 2yê Tîrmeha sala 1992yan de ji terfe PKKê ve dema k udi zeviyê de dixebitiya hat qetilkirin. Dûvre Huseyîn Akbalîk jî hat binçavkirin û hat girtin. Huseyîn Akbalikê ku piştî çendîn sal di girtîgehê de ma dûvre nexweş ket wefat kir. Akbalikê cem Abdurrahmanê birayê wî defin kirin.

Dê Meryem Akbalik (86) hest û ramanên xwe ya di derbarê mijarê de wiha anî ziman: “Xweda law da min, mezin kir û dûvre min îmtîhan kir. Laweke min bû şehîd yekê din jî ket girtîgehê. Umrê xwe di zindanan de fida kir. Ez qet poşman nînim. Lewra ev emrê Xweda bû ya evdan nebû.”

Dayîk wiha pê de çû: “Jiyana lawê min di rêya Xweda û Resûlê Xweda de derbas bû. Hemd ji Xweda re. Jiyana wan di nav kufr û zulmê de derbas nebû. Ya Rebbî! Çûna Huseyîn bike wesîla xêrê. Mi ji bela û musîbetên dijwartir biparêze. Ev emrê Xweda bû. Em jî ji vê razî ne. Ya Rebbî! Tu me şaş neke. Em ji Xweda hatine û dê em dûbare wegerin cem Xweda. Min her dû lawên xwe di rêya Xweda de kir Qurban. Ya Rebbî! Tu qebul bike.”

Dayîk Akbalik diyar kir ku lawê wê emrê xwe di rêya Xweda de derbas kiriye. Dûvre Akbalik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez niha ne hingê ku Huseynê min ketibû zindanan xeyal dikim. Min wisa meraqa wî kir kî. Hinava min şewitî. Em çi bikin. Emrê Xweda ye. Ya evdan nîne. Rebbê min lawê min da min. Wî mezin kir û wek îmtîhan avêt zindanan. Wî umrê xwe di zindanan de derbas kir û canê xwe da.”

Îdrîs Akbalikê (30)  biraziyê Huseyîn Akbalik diyar kir ku wî qet wextê xwe cem mamê xwe derbas nekiriye. Akbalik wiha axivî: “Piştî ku mamê min ket hepsê em bi dapîra min re diçûn girtîgehê. Em her tim diçûn girtîgehên din. Lewra wî sirgûnê girtîgehên din dikirin. Eziyetê him li me û him jî li mamê min kirin. Dema ku mamê min di girtîgehê de bû bapîrê min wefat kir. Ne bapîrê min wî ne jî wî bapîrê min hevdû nedîtin. Di Meha Remezanê de xeber hat ku mamê min rakirine nexweşxanê. Teşxîseke xerab danîn serê. Niha jî giha Rebbê xwe. Belkû Huseyneke çû lê dê piştî wî Huseyîn werin.”

Halîl Akbalikê biraziyê Huseyîn Akbalikê wiha axivî: “Dema ku mamê min hat girtin ez dergûş bûm. Dema ku têket girtîgehê ciwan bû. Min halê mamê xwe ya ciwantiyê qet nedît. Dema ku min wî dît nav nivînê de bû. Min mamê xwe yê 48 salî bes meheke dît. Ew jî dema ku ew ji bo tedawiyê hatibû Stenbolê ez bûbûm refaqetkarê wî.”

“Nîvê umrê wî ya 48 salî di girtîgehê de derbas bû”

Xemgîn Yildirimê hevalê Akbalik ragihand ji bo ku ew hiqûqa biratiyê pêk bîne ew ji Stenbolê hatiye. Dûvre Yildirim wiha diyar kir: “Kekê Huseyîn 24 salê xwe ya ji umrê xwe ya 48 salî di zindanê de derbas kir. Ez vê yekê wek jiyan nabînim. Kekê Huseyîn di encama qumpasa rejîma Kemalîstan de çû rehma Xwedê. Bi îzna Rebbê alemê em wî wek şehîd dibînin. Lewra em şahidê umrê wan in.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir