• DOLAR 32.56
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2437.989
  • ...
Yapicioglu li Mereşê bi çapemeniyê re hat cemhev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Mereşê bi nûnerên çapemeniya mehelî û neteweyî re hat cemhev. Yapicioglu di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da.

Yapicioglu di daxuyaniyê de qala mijarên girtina parlementerên HDPê, êrîşa bombeyî ya li Diyarbekirê, Operasyonên Mûsil û Rakkayê û hatina li Tirkiyeyê ya Serokê Serkantiya Giştî yê DYEyê Joseph Dunford a ji nîşka ve de daxuyanî da.

Yapicioglu di derbarê girtina parlementerên HDPê de nirxandin kir. Yapicioglu diyar kir ku destnedayîniya hinek parlementerên din jî hatin rakirin. Lê ji bo ku rageşî zêde bibe parlementerên HDPê ji bo îfadedanê neçûne mehkemê.

Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Wekê ku hûn dizanin bi daxwaziya dosyayên destnedayîniyê ya di derbarê parlementeran ên ku çend meh berê di derheqê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin re di meclîsê de fezleke zêde bûbûn. Di derbarê parlementerên 4 partiyan de idîa hebûn. lêpirsînên kui dihatin rêvebirin hebûn. Di meclîsê de destnedayînî hatin rakirin. Parlementerên endamên 3 partiyan ji bo îfadedanê çûn serdozgeriyê. Lê parlementerên HDPê gor fikr û ramanên me ji bo ku rageşiyê zêdetir bikin diyar kirin ku dê ew neçin îfade nedin. Wan dizanîna dema ki ew neçin îfade nedin dê wan bi zorî ji bo îfadeyê bînin. Ji xwe serokê wan ê giştî gotibû; ‘em dê wekê ku tu tiştekî nebûye wisa bi rehet neçin îfade nedin. Hûn mecbûr in ku di derheqê me de biryara bi zorîanîn a binçavkirin û girtinê bidin.’ Di dawiya vê yekê de dema ku neçûn îfade nedan di derheqê wan de biryara anîna bizorî hat dayîn û ev yek hat tetbîqkirin. Wan birin dadgehê û dûvre biryara girtinê hat dayîn.”

 “Zêdekirina rageşiyê fayde û sûdê nade tu kesî”

Yapicioglu diyar kir ku axavtina di derheqê naveroka girtina wan de hêj zûye. Piştî ku li dosyaya wan were nêrtin dê nirxandineke çêtir were kirin. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Gelo ev biryara girtinê gor naveroka dosyayê giran bû, biryareqe hiqûqî bû, ji xwe ev yek hewce dikir an jî mirov dikariya bi tedbîreke din îdare bikira? Ev piştî ku mirov li naveroka dosyayê binêre mirov dikare nirxandineke çêtir bike. Lê em vê hereketê wek armanc ew e ku rageşiyê zêdetir bikin û ev yek bi qestî hatiye kirin dinirxînin. Zêdekirina rageşiyê fayde û sûdê nade tu kesî.”

Yapicioglu mijara dema ku parlemeterên HDPê hêj di binçaviyê de bûnê êrîş hatiye kirin jî nirxand. Yapicioglu destnîşan kir teqandina ku dibe sedema bi sedan însanan karê însantiyê nîne.

 “Teqandina ku dibe sedema bi sedan însanan karê însantiyê nîne, çalakiyên wehşiyane ne”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Çendîn saet piştî ku ew hatin binçavkirin li Diyarbvekirê êrîşa ku wek wesayîta bombebarkirî pêk hat bû sedema sedan însanan. Di serî de 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn lê mixabin dûvre 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Di nav van de extiyar, pîrek û zarok jî hene. fatureya tiştên ku qebûl nakin û wek neheqî dinirxînin bi gel didin razandin. Di miqabilê vê yekê de li her derê milê rast, milê çepê, di kolanan de wesayîtên bombeyî diteqînin. Teqandina ku dibe sedema bi sedan însanan karê însantiyê nîne, çalakiyên wehşiyane ne.”

“Kesên ku di êrîşên bombeyî de dimirin dê êdî dûbare neyên”

Yapicioglu destnîşan kir însanên ku di encama bombeyên tên teqandin de dimirin dê dûbare neyên. Her wiha Yapicioglu ragiand heke were hilbijartin jî heqê tu kesî nîne ku sûcê bikin. Dûvre Yapicioglu wiha pê ve çû: “Wekê ku ji bo têketinê deriyeke girtîgehê heye ji bo derketinê jî deriyeke heye. Însanên ku dikevin wir heke Xweda umrê bide mirov piştî demeke dê ji wir derkevin. Lê deriyeke têketinê ya ji bo qebrê heye. Lê derketina wê tune. Wan însanên ku bi van bombeyan kuştine dê dûbare ji wan goran dernekevin. Deriya derketinê aliyê din e. Teleba me û hêviya raya giştî ew e ku di vê dinyayê de cezayê sûcên ku hatine kirin were dayîn. Azadiya sûcê ya tu kesî tune. Heke vê yekê kiribe divê ku encama wê jî bide ber çavên xwe.”

 “Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji ber xwe ve çênebûye, ev yek plankirî ye”

Yapicioglu wiha diyar kir: “Li Enqerê niştina Yasîn Boru û yên hevalên wî di 7ê Cotmeha 2014an de di roja Îda Qurbanê ya herî dawî de hatibûn qetilkirin hebû. Bavê Yasîn Boru û xizmên meqtûlên din yanê mexdûrên bûyerê ji mehkemê daxwazî kirin. Rastî ji serî ve tînin ziman. Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji ber xwe ve çênebûye. Ev rageşî wek bername û plankirî hat lidarxistin. Herî dawî jî di roja Îda Qurbanê de çalakiyên wehşiyane lidarxistin. Wekê ku tê zanîn 6 can hatin lînçkirin û wehşiyane wek şewitandî hatin qetilkirin. Niştina van didome. Ji serî ve malbatên mexdûr diyar kirin ku daxwaziya wan ew e ku bes kesên ku vê yekê kirine ne yên ku vê bûyerê dane kirin jî daxîlê dosyayê bibin. Lê em jêj jî nizanin gelo mehkeme di derbarê vê daxwaziyê de çi biryarê daye. Temenî dikim ku bûyerê bi şiklekî hûrgilî were tehqîqkirin û derkeve holê. Heke vê bûyerê ji dil bipirsîna belkû îro dê wan newêrîna dûbare bangewaziyên heman şiklê bikirana.”

 “Pêwîst e ku tu welatên Îslamê ji bo hatina wan a li welatên Îslamê gazî emperyalîstan neke”

Yapicioglu geşedanên li Sûrî û Iraqê nirxand: “Ji serî ve em him di derbarê bûyerên li Sûrî û him jî di derbarê operasyonên Iraq û Mûsilê de jî tişteke dibêjin. Em dibêjin pirsgirêgeke ya di nav axên Umeta Îslamê de hebe ev pirsgirêka wê ya navxwe ye. Pêwîst e ku emperyalîst bi tu wechê midaxala vê yekê nekin. Pêwîst e ku tu welatên Îslamê ji bo hatina wan a li welatên Îslamê gazî emperyalîstan neke. Ev zilet e û Umetê re îxanet e. Heke di nav Umetê de pirsgirêgeke hebe divê ku insûrên vê Umetê wek bira werin cem hev û di nav aşitiyê de bi diyalogê vê yekê çareser bike. Nêrîna me ya di derbarê Mûsil û Sûrî de wiha ye.”

“Emperyalîst wek geşkirina agirê fitneyê di nav hesaba ku me zêdetir bimijin de ne”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Emperyalîst ev 100 sal e hewl didin ku cudahiya qewmî an jî mezhebî ya di nav me de geş bikin. Emperyalîst wek geşkirina agirê fitneyê di nav hesaba ku me zêdetir bimijin de ne. Ji bo ku hesaba wan ciyê xwe negire divê ku em bi şiûreke biratiyê hereket bikin. Ez dixwazim dûbare bibêjim divê ku em pirsgirêkên din av xwe de bavêjin avsarkê. Heke em van pirsgirêkên xwe ji bîr nekin dê em zirarê bidin hev. Tacirên çekan hewl didin axên me û çavkaniyên me yên li ser rûyê dinê û binê erdê îşqal bikin. Ji ber vê yekê ev bes kêrê kesên ku axên me îşqal dikin tê.”

“Kesên ku bi şirîtên emperyalîstan xwe berdin bî’rê dê heta dawiya jiyana xwe mehkûmê derxistina avê ya ji bîrê û ji terkkirinê re bibin mehkûm”

Yapicioglu destnîşan kir operasyona Rakkayê ya ku di heyama operasyona Mûsilê hatiye lidarxistin bal kêş e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku operasyona Mûsilê didomiya û di serê operasyona Mûsilê de tê axavtin ku dê di rojavaya Mûsilê de menfez, qorîdor û rêyeke were hêştin. Di heyama herî gerim a operasyona Mûsilê de lidarxistina operasyona Rakkayê tê wateya çawa ku mirov ji DAÎŞê re bibêje; ‘Newin vir, li vir ji we re xerabtir e. Nexwe hûn li wir şer bikin. Hûn mecbûr in şerê man û mirinê bikin’. Li ser îtirazê Tirkiyê hatina li Tirkiyeyê ya Serokê Serkantiya Giştî yê DYEyê daxuyaniya wiha ; ‘Dê em di derbarê gavên operasyonan de agahî bidin. Dê em bi hev re hereket bikin.’ di bergeha xelaskirna vê rewşê de hatiye dayîn. Kesên ku bi şirîtên DYE û emperyalîstan xwe berdin bî’rê dê heta dawiya jiyana xwe mehkûmê derxistina avê ya ji bîrê û ji terkkirinê re bibin mehkûm.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir