• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
 "Şidet amûra lêgerîna mafan nîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Baroya Êlihê A.Hamîd Çakan  di derbarê êrîşên ku li cihên ku siwîl lê dijîn tên kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.Çakan di nirxandina ku kir de ji êrîşa ku ji teref PKKê ve li Baglara Diyarbekirê hat kirin re bertek nîşan da.

Çakan  di berdewama axavtina xwe de êrîşên bombeyî yên ku li cihên jiyanê yên siwîl tên kirin şermezar kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Herî dawî li Diyarbekirê êrîşa bombeyî hat tertîpkirin.Di encama vê êrîşê de 11 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan, ez ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re ji Xweda Teala rehmetê teleb dikim.Em van êrîşên di demên dawî de nexasim ên ku li cihên qadên siwîl  tên kirin şermezar dikin.”

Çakan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xelkê heremê şidetê heq nake û wiha pê de çû: “Ev cûr êrîşên ku li dijî heqê jiyanê tên kirin, qada siyaseta siwîl teng dike û bê qedir dike.Temamê civatê ji  hizûr, aştî û ewlehiyê re muxtac e.Pêwîst e di vê mijarê de herkes bi hesta berpirsiyariyê tevbigere.Weke ku Îbnî Haldun gotiye; cografya qeder e. Lê belê xelkê heremê qedereke wisa heq nake.Ji ber vê yekê hûn li vê derê ji kî pirs dikin bikin ew ê ji devên wan pêşî peyva hizûrê derkeve.”

Çakan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir pêdiviya civatê bi aramî û ewlehiyê re heye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Nexasim di vê heyamê de  pêdiviya heremê ji aştî, hizûr û normalbûnê re heye.Ji ber vê yekê em bang li temamê aktoran dikin.Ji bo aştî û aramî were heremê çi ji destên we tê bila bikin.Em ji hêla hiqûqê ve şidetê wek amûra lêgerîna mafan nabînin.Em bawer dikin nexasim ev êrîşên ku li cihên siwîlan tên kirin bên sekinandin.Em ji vê derê vê bangê dikin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir