• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Êrîşkerê êrîşa Diyarbekirê Emrah Dayanê PKKyî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Axavtina êrîşa ku li navçeya Baglara Diyarbekirê wek wesayîta bombebarkirî a ji teref PKKyiyê bi qoda Kemal ê navê wî yê rast Emrah Dayan e derket holê. Di axavtinê de tê diyarkirin ku êrîş çawa hatiye lidarxistin.

Bi taybet doh piştî ku di raya giştî ya Ewrûpayê de di derheqê êrîşê de nûçeyên wekê êrîş ji teref DAÎŞê ve hatiye lidarxistin hat weşandin li Tirkiyê jî hinek saziyên çapemeniyê agahiyên şaşomaşo û çewt weşandin. Piştî ku ev bû sedema berteka raya giştî Walîtiya Diyarbekirê nasnameya PKKyiyê ku êrîşê lidarxistibû diyar kir.

Êrîşker Emrah Dayanê ku qoda wî Kemal e

Îro jî axavtina têlsizê ya êrîşa ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin û di encama êrîşê de 11 kes mirin û 387 birîndar bûn derket holê. Di qeydê de tê diyarkirin ku êrîşê Emrah Dayanê navê wî ya qod Kemal Xwînrêj e li dar xistiye.

Her wiha di axavtinê de tê diyarkirin ku dê êrîşê de ji teref PKKê ve 3 ton teqmenî hatiye bikaranîn.

di têlsizê de axavtineke wiha derbas dibe:

Rojyar: Têkiliya wê bi vê êrîşê re heye?

Andok: Erê. Erê.

Rojyar: Başe, hûrgilî hene?

Andok: Wekê ku min got çalakiyeke fedayî ye.

Rojyar: Çalakiya Fedayî?

Andok: Erê, erê.

Rojyar: Hat fêmkirin. Elîşer di dewrê de ye?

Andok: Me dengê wê nebihîst.

Di heman rojê de ji freqanseke din di derdora saet 09.25-09.26an de qodên Ararat ve Rojhat hatiye bikaranîn û di têlsizê de hevdîtin çêbûye. Di hevdîtinê de eşkere ye ku hewl tê dayîn koma ku êrîşê pêk anîne diyar bikin. Di dîyalogê de di nabeyna PKKyiyan de axavtineke wiha derbas dibe:

Rojhat: Me bang li Andokê kir.  

Ararat: Temam.

Rojhat: Dê hûn tişteke bibêjin?

Ararat: Ne. Çalakiya ku di çapemeniyê de ye çalakiyeke fedayî ye. Temam.

Rojhat: Ya ku di çapemeniyê de ye nîne?

Ararat: Rast e.

Rojhat: Temam bira.

Ararat: Temam, dê em a din de sicîlê bavêjinê.

Rojhat: Temam baş e. Dê Andokan îro agahî bidin?

Ararat: Welle zor.

Rojhat: Temam yanê, hevalên ku ji aliyê Andokan bûn kirin, rast e?

Ararat: Erê. Erê.

Rojhat: Temam.

Di hevdîtina ku bi qodên Andok û Agirî vê sibê di saet 09.30-09.35 an de pêk hat de jî hûrgiliya êrîşê wiha hat diyarkirin:

Andok: Heval di 4ê mehê saet 08.05an de bi nêzî 3 ton yeqemenî ya bi wesayîta bombebarkirî li Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê a ku girêdayêsaziya hêzên çewîkê ye û li saziya micadeleya bi terorê re çalakiyeke fedayî tê lidarxistin.  

Agirî: Temam.

Andok: Di dema teqînê de otobüs û tarnsîta ku ji wir derbas dibûn ji teqînê bandordar bûne. Vê çalakiyê Kemal Xwînrêj lidar dixe. Ev êrîş ji bo tecrîta ku li ser kesên din tê kiri, êrîşên dewleta Tirkiyê, Îşqala Rojavayê, Êrîşên ku li gelê bakûrê tê kirin û di pêvajoya herî dawî de hevalên me yên ku şehîd bûne wek întîqam hatiye kirin.

Agirî: Temam.

Ararat: Andok.

Andok: Guhdarî dikim

Ararat: Wî (Emrah Dayanê bi qoda Kemal) wek Kemal Hakkarî di raporan de bide, wisa ye temam?   

Andok: Temam heval.

Her wiha vê sibê di nabeyna qodên Andok û Akdagê de di saet  09.19-09.24an de  bi têlsizê hevdîtin hatiye kirin û di hevdîtinê de êrîş tê plankirin

Andok: Ev wesayît di heman ciyê de teqiya. Ne wisa?

Akdağ: Rast e.

Andok: Yaw dibêjin wesayîteke asteng kiriye, qeza kiriye.

Akdağ: Ne ne, tişteke wisa heye lê…

Andok: Yanê gihaye ciyê hedefa xwe. Gelo heval derketiye derve ya…

Akdağ: Welle agahî tune lê …

Andok: Şehîd Brusk e?

Akdağ: Rst e.

Andok: Başe, temam.   (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir