• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Ne erzaq ne ji bo şewat rejî û ne jî maleke me heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê Şernexa ku ev 8 meh e qedexeya derketina derve didome pirsgirêkên xwe ji ÎLKHAyê re ragihand. Şernexiyan diyar kirin ku ew mexdûr in. Ji ber vê yekê wan ji bo alîkariyê bang li rêvebiran kirin.

Şernexiyên ku destnîşan kirin erzaqê wan nemaye daxwaz kirin ku beriya demsala zivistana bi zor û zehmet bila alîkariya madî û manewî li wan were kirin.

Ahmet Uysalê ehlê Şernexê anî bibîranîn ku ev 8 meh e qedexeya derketina derve li navenda bajêr heye. Dûvre Uysal wiha axivî: “Heta îro tiştên ku hatine serê me ji xwe hatine. Çi anîne serê me anîne û zilm û neheqî li me kirine. Qe nebe bila êdî ji vir pivê neyê serê me. Lê mêze bikin. Beriya me zivistan e û li Şernexê Zivistan pir bi zehmet derbas dibe. Ne erzaq ne ji bo şewat rejî û ne jî maleke me heye.”

“Pêwîst e ku rêvebir demildest vê mexdûriyetê çareser bikin”

Uysalê ku bang li rêvebiran kir wiha pê de çû: “Wek gelê Şernexê di serî de Serokkoamar Erdogan û Serokwezîr Yildirim em ji hemî rêvebiran rica dikin, mexdûriyeta vê gelê demildest çareser bikin. bi taybet divê ke ev mitehît destê xwe sivik bikin. Em li dijî sazkirina rê nînin. Bila rêyan saz bikin. Lê projeya ku gor Şernexê hatiye sazkirin gor me nîne. Gor çanda gel nîne. Heta vê yekê dikin bila pere bidin xwediyê xanî. Bila her kes mala xwe bixwe saz bike. Daxwaziya me ew e ku rêvebir demildest vê qedexê rakin.  

Mexdûreke din a bi navê Mahmut Çan ji walî re bertek nîşan da. Dûvre wiha destnîşan kir: “Heke walî ji vir biçe dê Şernex ava bibe. Em ji Serokkomar dixwazin ku vir ji nû ve ava bike û walî ji vir bişîne.”

“Bila xwedî li gelê Şernexê derkevin”

Kemal Kilinçê ehlê Şernexê diyar kir ku ew hizûr û aramî dixwazin. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Wek gelê Şernexê em hizûr û aramî dixwazin. Em di hesreta hizûrê de mane. Em êdî naxwazin ku ev bûyer biqewimin. Temamê gel mexdûr bû. Em perîşan bûn. Beriya me zivistane. Dila xwedî li gelê Şernexê derkevin.”

Reşat Tatar ji diyar kir ku bajêr bûye kavil û erzaqê wan qediyaye. Dûvre Tatar wiha belav kir: “Ev 8 meh e ku Şernex girtî ye û qedexe didome. Di vê pêvajoya demdirêj de qene însaneke jî rewşa me nepirsî. Parlementerên Şernexê li kû ne, çi dikin û çima dengê wan dernakeve? Ez ji we re bibêjim. Ew parlementerên ku gel li wan ewle bû niha li Enqerê li kêfa xwe dinêrin. Ew niha li wir rûniştî ne. Gel jî niha li vir perîşan in. Lê walî rewşa vir û gelê vir nabîne. Şernex bê xwedî ye. Ji Xweda pêştir tu keseke me tune.”

“Divê ku Şernex gor avadaniya xwe were avakirin”

Ji mexdûran Abdullah Ugur diyar kir ku herkes dizane da ku çi hatiye serê gel. Dûvre Ugur wiha axivî: “Milet perîşan bû. Zivistan hat. Em nizanin çi bikin. Hikûmet di şûna malên ku xera bûne de projeyeke bi şiklê sîteyê derxistiye. Ev projeya wek sîte hatiye amadekirin gor me nîne. Divê ku Şernex gor avadaniya xwe were avakirin. Ev 8 meh e ku gel rezîl bûye. Divê ku xwedî li Şernexê derkevin.”

Zekeriya Tatar jî destnîşan kir ku li Şernexê ji 14ê Adara ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Dûvre piştî ku qedexe hatiye rakirin 84 oroj ava wan hatiye birîn û di vê 8 mehê de dewlet wek alîkarî bes 2 qolî ji wan re şandiye. Tatar diyar kir ku ku gelê Şernexê ji sedî 40ê wê li navenda bajêr maye. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir