• DOLAR 32.452
  • EURO 34.646
  • ALTIN 2384.56
  • ...
Lêpirsîna nifşa winda: Rapora penaberên Sûrî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûmerê Navenda Şopandina Îhlalên Mafên Neteweyî (UHÎM) Fîkrî Cumhur rapora ku wek ‘‘Lêpirsîna nifşa winda: Penaberên Sûryeyî’ hatiye amadekirin di bernameya ku li navenda Uskudara Stenbolê hat lidarxistin de ji raya giştî re ragihand.

Cumhur di raporê de bal kişand ser van xalan: “Ev pirsgirêkên ku di civakê de diqewimin ji teref gel ve nayê dîtin. Tê dîtin ku di vê pêvajoyê de aktorên kureyî yên ku di raya giştî de tên rêvebirin bi siyaset, medya, siwîl, civak û di cîhana akademîsyenan de bi nêrînên sînordar li ser tê sekinandin.”

Penaber, li Ewrûpayê bûne hedefa çeteytên fihûş tacirên organan

Di rapora ku bal hat kişandin pirsgirêkeke herî girîng ew e ku bi ‘nifşeke winda’ re rû bi rû mane. Dûvre rapor wiha hat domandin: “Bi milyonan zarokên ku ji ber îşqal û şerê navxweyî ya di nav welatên wan de diqewime îro li çar terefê cîhanê bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû mane. Ev zarok û ciwan bi taybet wek penaber li Ewrûpayê bûne hedefa çeteytên fihûş tacirên organan.”

“Cîhan li hemberê pirsgirêka penaberan nekarî îmtîhaneke bi serkeftin bide”

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku dê pirsgirêka polîtîqaya di derbarê milteciyan de a NY(BM) kûrtir bibe. Dûvre rapor wiha hat domandin: “Tê dîtin ku DYE û Ewrûpa bi siyasetmedar, uzvên medyayê, saziyên civakên siwîl, saziyên akademîk û hemî sazî û civakên wan ên din bi taybet di van demên dawî de li hemberê pirsgirêka penaberan nekarî îmtîhaneke bi serkeftin bidin.”

Di raporê de bal hat kişandin ku Tirkiye bê şert û merc deriyên xwe ji 3 milyon penaberên Sûriyeyî re vekiriye. Di derbarê vî yekê de hemî sazî û civakên Tirkiyê bê tirs çi ji destê wan hatiye kirine. Di domahiyê de jî hat destnîşankirin ku piştî ku bi çendîn hezar zarok, ciwan û pîrek wek penaber koçê Ewrpayê kirine bi fihûş û tacirên însanan re rû bir û mane.

Di encama rapora ku di derheqê rewşa Sûrî û gelê wî ya penaber de hat destnîşankirin de wek çareserî made bi made rê û rêbaz hatin rêzkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir