Di bergeha FETO û PKKê de ji 160 wezîfedarê dîn re lêpirsîn
Miftiyê Bajêra Rihayê Îhsan Açik destnîşan kir di derheqê 160 wezîfedarên dîn de di bergeha FETO û PKKê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Miftiyê Bajêra Rihayê Îhsan Açik di derbarê operasyonên ku piştî teşebûsa darbê li dijî wezîfedarên dîn hat destpêkirin de destnîşan kir di bergeha FETO û PKKê de di derbarê 160 wezîfedarên dîn de lêpirsîn hat destpêkirin.
Açik di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “ Ji van 160 kesî tevde 130 kes ji peywirê hatin dûrxistin û 28 kes jî ji wezîfê hatin îxrackirin.A niha 54 kes jî ji vegeriyan serê karê xwe.Texmînen nêzî 45 dosya di destê me de mane.Ev jî dê li heftiya pêşiya me xelas bibin.Her wiha îtîraza kesên ku hatine îxrackirin dê bên nirxandin.”(ÎLKHA)