• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Dixwazin hevkariyê bikin û Tirkiyê jî bikin wek Sûriyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî taziyeya gundparêzên ku di pevçûna li Çiyayê Tendurekê jiyana xwe  ji dest dabûn bû û ji malbatên wan kesên ku  jiyana xwe ji dest dane re sersaxî da.

Serokwezîr Yildirim di taziyeya Elî Dulekê ku jiyana xwe ji dest dabû de destnîşan kir “Dixwazin bi hêzên derve re hevkariyê bikin û Tirkiyê jî bikin wek Sûrî û Iraqê.Lê belê tiştekî ku ji bîr dikin heye.Ev der ne Sûrî ne jî Iraq e, ev der Anadol e.”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev kes tenê tiştekî dizanin ew jî kuştin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde ki r: “Tu marîfetên wan ji kuştinê pê ve nîne.Em ê firsedê nedin wan û em digel hev ji heqê vê yekê derkevin.Elî Dulek û 9 şehîdên me yên din ji bo vî welatî canê xwe feda kirin, ger ku pêwîst be em ê tev de canê xwe feda bikin.Lê em ê van axan ji namerdan re teslîm nekin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir