• DOLAR 32.265
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2423.579
  • ...
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember, bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed” li Diyarbekirê bernameya Mewlida Nebî li dar xist.

Dr. Muhyîddîn El-Karadaxîyê Serokê  Yekîtîya ‘Aliman yê Dinyayê, Dr. Newaf Tekrûrîyê Serokê Yekîtîya ‘Aliman yê Filistînê, Serokê Yekîtîya Medreseyan û ‘Aliman (ÎTTÎHADUL ÛLEMA) Mela Enver Kiliçarslan, Îshaq Saxlamê Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ‘aliman, rûspî û nûnerên STKyan beşdarî bernameyên bûn.

“Tofana Eqsayê dijminên Îslamê zelîl kir”

Tekrûrî di axaftina xwe de wisa got,

“Gelî xuşk û bira, ez spasiya Weqfa Evîndarên Pêxember û ITTIHADUL ULEMA dikim ku organîzeyeke wiha mezin li dar xistine. Niha ew jî cîhada Pêxember eleyhîsselam nû dikin. Ey Resûlê Xwedê! Niha birayên me li cîhanê û li Diyarbekirê kom bûne û navê te bilind dikin. Ji bo vejandina sunneta Te ketine rê. Gelî ‘aliman, xuşk û birayên min! Pêxember eleyhîsselam, dema çû Bedrê, ji bo standina malên Misilmanan ku muşrikan xesp kiribûn, derketibû rê. Fidakariyên ku em dikin ji bo ku em heq û batil ji hev cuda bikin û feda kirina canê xwe , ji gihandina karwanê Ebû Sufyan çêtir e. Di Tofana Eqsayê de mucahîd ji bo vê yekê derketin rê; Dixwestin birayên xwe yên êsîr rizgar bikin û wan azad bikin û nîşanî hemû cîhanê bidin ku Mescîda Eqsa ne cihê kirînê ye û nayê dayîn ji kesî re. Lê Xweda Teala di Tofana Eqsayê de ev tişt eşkere kir; Tofana Eqsayê qencî ji hemû mirovahiyê re anî, nîşanî însanan da  ku rizgarî wê çawa çêbibe û dijminên Îslamê zelîl kir.”

“Xwepêşandanên xwe yên li qada bidomînin

Dr. Newaf  Tekrûrî di gotinên xwe de wisa dewam kir:

“Kî dizanibû ku Hilfu’l-Fudûl dîsa bi me bijî? Bi Cihûyan, Fileyan… Tofana Eqsayê ev giştikan pêk anî. Îro li Amerîkayê, Elmanyayê, Japonyayê, Frenseyê, di zanîngehên mezin ên Amerîkayê de mirov serî hildane û tesîrên Tofana Eqsayê nîşanî me dide. Em di roja Tebûkê de vê yekê dibînin gelî xuşk û bira; Misilman jî wek Hz. Ebûbekir û Hz. Omer mal û milkên xwe di rêya Xweda de dane. Dîsa di şerê Tebûkê de koma duyemîn a mirovan derket holê. Ew jî minafiq bûn. Wan munafiqan bi sedeqeya bawermendan henekên xwe dikirin. Xwedê wan minafiqan eşkere kir û riswa kir. Îro jî weke şerê Tebûkê du komên mirovan derketine holê. Di Tofana Eqsayê de jî du komên mirovan derketin holê. Ew kesên wek we yên ku niha vê meydanê tijî dikin eşkere kir. Wî mirovên mîna we derdixist ku alîkariya hevalên xwe yên bawermend bikin. Wî ‘aliman eşkere kirin, li aliyê din jî munafiq eşkere kirin. Xiyanetkaran eşkere kir û xiyaneta hin hêzdarên li ser alema Îslamê eşkere kir.

Dr. Tekrûrî di dawîya axaftina xwe de wisa got, “Erê xuşk û birayên min, ez vê mizgîniyê didim we. Em ne li bendê ne ku birayên me yên mucahîd ên li Xezzeyê serkeftî bibin. Bilaqis ew bi ser ketin. Ev mizgîniya we ye xuşk birayên min. Ey birayên min, ew di van şeran de bi ser ketin. Daxwaza me ji we ev e; Van xwepêşandanan berdewam bikin, xwepêşandanên xwe yên li meydanan, qet ranewestînin. Piştgiriya Xezze, Tofana El-Eqsayê û mucahidan dewam bikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir