• DOLAR 32.276
  • EURO 34.862
  • ALTIN 2423.806
  • ...
UNRWA: Me bihîst ku 2 zarok li Xezzeyê ji germa mirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîserê Giştî yê (UNRWA) Lazzarînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku nûçeyek gihîştiye wan ku ji ber germê li Xezeyê herî kêm 2 zarok mirine.

Lazzarînî got ku, “Me xeber girt ku ji ber germê herî kêm 2 zarok mirine. Êdî emkarin ji çi re tehemmulê bikin?: Mirin, birçîbûn, nexweşî, jicîhûwarkirin, jiyana di germa germ de di avahiyên mîna giyaxaneyê de

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya UNRWAyê da hat destnîşankirin ku welatiyên Xezzeyê yên jicîhûwarkirî rojane tenê lîtreyek avê digihîje wan û ev rêje ji gihandina 15 lître avê ya herî kêm a rojane ya ku li gor Standardên Sphere hatiye diyarkirin gelekî kêmtir e.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê diyar kir ku, di encama êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst de ya ji 7ê cotmehê heta niha 34 hezar û 388 Filistînî yên ku ji wan 14 hezar û 800 zarok û 1670 jin şehîd bûne û 77 hezar û 437 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir