• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
 "Dê em ji bo ku dawî li zulmê were hewldana xwe zêdetir bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Rihayê ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûr ên derbekerên 28ê Sibatê û FETOyî malbata Govê ziyaret kir.

Mehmet Govê bavê Îbrahîm Halîl Gov û xizmên wî pêşewaz kirin. Di ziyaretê de Yapiciogluyê ku pirsgirêka malbatên Mexdûr ên derbekerên 28ê Sibatê û FETO/PDYê guhdar dikir geh geh kelegirî bû.

Yapicioglu piştî ziyaretê daxuyanî da. Yapicioglu ragihand sirf ji ber ku ji bo xizmetên Îslamî hewl daye Îbrahîm Halîl Gov û gelek kesên wekê wî di sala 1992yan de hatine girtin. Yapicioglu di axavtina xwe de diyar kir ku dê ew ji bo ku dawî li zulmê were hewldana xwe zêdetir bikin.

Yapicioglu diyar kir ku di rojeva Tirkiyê de mijarek herî girîng jî mijara kesên ku ji ber nasnameya xwe ya dîndar hatine girtin e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku hûn dizanin div an rojên dawî de mijarek herî girîng jî mijara kesên ku ji teref Saziya Dewleta Paralel û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin e. Me îro Mamê Mehmet ê ku ji van malbatên mexdûr yekî ye ziyaret kir. Lawê wî Îbrahîm Halîl Gov ji Cotmeha sala 1992yan pê ve ev 24 sal e ku di girtîgehê de ye. Dê em ji bo ku dawî li zulmê were hewldana xwe zêdetir bikin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir