• DOLAR 32.579
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2462.58
  • ...
 "Ji îro pê ve di warê axavtinê de tiştekî tenê heye ku bê gotin ew jî edalet e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên kesên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne û  bi kumpas û komployan, ji teref   daraz û polêsên ku endamên  FETO ne ve hatine girtin û bi salan di girtîgehan de ne, Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê  ziyaret kirin û  mexdûriyetên xwe anîn ziman.

Malbatên mexdûr ji teref Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Saîd Şahîn û Erdal Elîbuyuk ve hatin pêşîwazîkirin.

Saîd Şahîn ji ber ziyareta ku ji teref malbatan ve hat kirin kêfxweşiya xwe anî ziman û di derbarê mexûdriyetên FETO û 28ê Sibatê de nirxandinan kir û destnîşan kir ev mexdûriyet ji teref tu kesî ve nayê dîtin  ku ev yek jî bifikare. Şahîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pêwîst e hikûmet di warê ji rastê rakirina mexdûriyetên kesên ku ji teref FETO ve û di heyama 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin de wezîfe û berpirsiyarên xwe bîne cî.

“Divê ji Yusufiyan re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir mexdûrîyeta gelek kesî di bin navê mexdûrê FETO de hat çareserkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên xwediyê nasnameya Îslamî ji teref wan dozger û hakimên FETO ve bi kumpas û komployan, bêsûc û bêsebeb hatin girtin.Divê ji Yusufiyan re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin û di vî warî de divê hikûmet wezîfeya xwe bi cî bîne.”

Piştî axavtina Şahînî malbatên ku hatibûn ziyaretê mexdûriyetên xwe wiha anîn ziman.

“Zarokên min bêyî bavê xwe mezin bûn”

Semîha Demîra ku xanima  Yasîn Demirî ye di derbarê mexdûriyetên  ku ew jiyane de destnîşan kir mêrê wê ev bû 16 sal ku di girtîgehê de ye  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min dema ku qîzeke min 2 salî bû û ya din jî hê newelidî bû hat girtin û wî kirin girtîgehê.Sûcê me çi bû ku me ev qas zilm dî? Polês û zilamên FETOyê zalim dêk û dolap li me çêkirin.”

Meryem Demîra  16 salî ya ku qîza Yasîn Demîrî ye di derbarê mijarê de bang li Serokomar û Serokwezîrî kir û daxwaz kir bila dawî li vê zilma ku ev 16 sal e berdewam dike bê anîn û ji wan zaliman hisab bê pirsîn.

 “Em ne efûyê edaletê dixwazin”

Leyla Tuncera ku diya Mesut Tuncerê ku ev bû 22 sal di girtîgehê de ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir  dema ku lawê wê 16 salî bû li mizgeftê hatiye binçavkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min dema ku 16 salî bû li mizgeftê hat girtin û ev bû 22 sal ku di girtîgehê de ye.Em efûyê naxwazin, em darizandineke adilane dixwazin.”

“Di derheqê bavê min de tu xatiratên min nînin”

Qîzika bi navê Hatîce Temîza ku qîza Hamza Temîzî ye di derbarê bavê xwe yê ku ev bû 11 sal di girtîgehê de ye de destnîşan kir  ev bû 11 sal ku ez bavê xwe nabînim û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derheqê bavê min de tu xatiratên min nînin.Ez tenê her heftî  10 deqîqe dikarim bi bavê xwe re biaxivim.Ez qet nizanim kêfa wî ji çi re tê û ji çi hez nake.Bila kesên rayedar ji vê mexdûriyetê re çareyekê bibînin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir