• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê bi çapemeniyê re hatin bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarên înîsîyatîfê, temsîlkarên sazîyên siwîl û naskirîyên kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji teref berdevkê ‘Înîsîyatîfa Malbatên ku Mexdûrê FETO û 28ê Sibatê’ Huseyîn Olam destnîşan kir ew hewil didin dengê wan kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin bidin bihîstin.

Olam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dengê wan mehqûmên ku mexdûrê FETO û 28ê Sibatê ne nayê bihîstin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew îqtîdarê ku bi heq û hiqûqê kesên ku ji doza Balyoz û Ergenekonê dihatin darizandin mijûl dibû û bi darizandina ji nû ve cezaya wan rakir, weke ku ev kesên xwediyê şexsiyeta Îslamî û ev camîa ji teref FETO ve qet nehatine mexdûrkirin ji mijarê re bêdeng û bêeleqe dimîne.Bi gotineke din helwesteke bi vî awayî nîşan dide ku ev yek jî dilê me dişewitîne.Ew dozger û hakimên ku endamên FETO ne, yan hatine girtin an jî ji peywirê hatine dûrxistin.Ji ber vê yekê ew kesên ku ji ber nasnameya xwe Îslamî di girtîgehê de ne bila adilane bên darizandin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir