• DOLAR 32.274
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2407.517
  • ...
Di derbarê erseya ku dibistana FETO tê de hatiye sazkirin de belgeyên balkêş hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya FETO de Qeymegamê kevin ê Farqînê Veysel Beyru hat binçavkirin. Hatibû idîakirin ku Beyru di erseya Basrî Seyîtnurê 70 salî û astengdar de bi soza ku dê mizgeft û dibistan were sazkirin bi hîle kolej saz kiriye.

Basrî Seyîtnur giliya xwe ya di derbarê mijarê de berê ji Dozgeriya Komarê ya Farqînê re ragihandibû. Seyîtnur gazin kiribû ku Veysel Beyruyê qeymeqamê kevin ê Farqînê di bergeha lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya FETO de hatiye girtin wî şewilandiye. Ji ber vî yekê ew xwestibû ku errseya wî lê were wegerandin.

Her wiha gor belgeyên ku ÎLKHA bi destxistiye Koleja M. Îhsan Arslan a Taybet a ku bi hinceta têkiliya wê bi FETO/PDYyê re heye di erseyê de hatiye sazkirin û ev kolej di dîroka 29ê Hezîrana 2007an de wek firotî polêsê bi navê S.S, sitandiye.

Erseyê wek wekalet didin parêzkarê Qeymeqam Beyruyî

Her di belgeyên ku hatine bidestxistin de tê diyarkirin ku eraziya ku S.S, difroşe parêzkarê Qeymeqam Veysel Beyruyî yê bi navê N.Y, yê. Tê dîtin ku N.K, jî ersayê di 20ê Tîrmeha 2007an de wek temsîlî Turîzma Hîndekariya Taybet a Guldesteyê û Pîşesaziya Xizmetên Civakî firotiye V. Byê.

Di nabeyna 3 hefteyan de erse 2 car tê firotin

Erseya ku di nabeyna 3 hefteyan de 2 car hatiye firotin ji bo ku ji avadanê re vebe daxwazname ji Şaredariya Farqînê ya DBPyê re hatiye şandin. Dûvre di demekî kurt de erse ji avadanê re vedive.

Xwediyê erseyê V.B, di bergeha FETO de lêgerîn lê tê kirin

Her wiha agahiyên pirr bandorkerên di derbarê V.Byê de hatine bidestxistin. Hat ragihandin ku V.B, Seroktiya Yekitiya Hilberineriya Dewarên Tovî kiriye. Hat diyarkirin ku V.B, di berhgeha lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya FETO de lêgerîn lê tê kirin. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir