Dîmenên wesayîtên ku li Bedlîsê ji teref PKKê ve hatibûn şewitandin hatin dîtin
Dîmenên wesayîtên ku PKK li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê di mintiqa Avê Wexfê de şewitandibûn derketin holê.
PKK li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê di mintiqa Avê Wexfê de rê birîbû, gel rehîn girtibû û dûvre 11 wesayîtan şewitandibû. Dîmenên di derheqê wê texrîbatê de derketin holê.
Komek PKKyiyên ku ji 10 kesan pêk dihat doh di derdora saetên sibê de wesayîtan têxistibû nav tunelê û şewitandibû. Piştî ku koma PKKyî ji hawîrdor revîn texrîbata ku pêk anîbûn derket holê.
Tê dîtin ku li hawîrdora Avê Wexfê 6 TIR hatine şewitandin. Her wiha dîsa tê dîtin ku di derketina tunela duyemîn de jî 2 tirên bar dagirtî bûne rejî. Bi tevahî tê dîtin ku 11 wesayît hatine şewitandin.
Her wiha hat dîtin ku xebatên rakirina wesayîtên ku hatine şewitandin didome û gelek wesayîtên leşkerî jî li hawîrdor hatine bicîkirin. (ÎLKHA)