Li Siwêrekê êrîşa çekdarî
Li navçeya Siwêreka Rihayê êrîşa çekdarî li şexsekî hat kirin, di encama êrîşê de şexsê ku êrîş lê hatibû kirin giran birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer li Taxa Kaleyê pêk hat û di bûyerê de Hesen Y.(36) ji ber êrîşa çekdarî giran birîndar bû.
Hesen Y.yê giran birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê û di derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)