• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Cemiyeta Mustezefan di derbarê êrîşa ku li Diyarbekirê hat lidarxistin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemiyeta Mustezefan di derbarê êrîşa ku di derdora saet 13.10an de li Diyarbekirê hatibû kirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Roj tune ku gelê Kurd ê  mustezef dûçarê êrîşa bombeyê nabe. Gelê me ev 30 sal e ku dûçare her cûr zulm û qetlîamê dibe. Di vî sala herî dawî de pêvajoyekê herî dijwar û kovandar tê jiyandin. Texrîbkirina bajarên me têrê nake êrîşa bombeyî li gelê me tê kirin. Ev yek jî wek zanîn tê kirin.”

 “Ev kesên ku bê tirs û perwa bombeyan didin teqandin bi teqandina bombeyan didin nîşandan ku çi qas dijminê vî gelê ne”

Di domahiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîşên bê tirs û perwa tên lidarxistin dide nîşandan ku PKK çi qas dijminê vî gelê ye. Dûvre di daxuyaniyê de  wiha hat destnîşankirin: “Gelê Kurd piştgirî nade vî siyaseta çalan a ku ji teref Xerbê ve tê fînansekirin. Bi heman şiklê bi destê van hêzên tarî gelê Kurd ji teref taşerona Xerbê ya ku li Kurdistanê yê tê cezakirin. Ev kesên ku bê tirs û perwa bombeyan didin teqandin bi teqandina bombeyan didin nîşandan ku çi qas dijminê vî gelê ne. Kesên ku li Gundika Baqewsê 16 gundiyan qetil kirin doh dîsa li Diyarbekir û Qoserê bûn sedema qetla siwîlan. Gelê Kurd ê ku hewl dida vî trewmayê li ser xwe bavêje îro dîsa li ser Xaçerêya Diyarbekir-Çinar-Bîsmîlê bû şahidê qetlîama PKKê.”

 “Gelê Kurd ê mustezef êdî eşkere dizane ku ev lûleya dirêjê wan hatiye kirin di destê kî de ye”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Divê ev hişmendiya ku li Kurdistanê bi hewaya qaotîk hewl dide ku hawîrdor qirêj bike û îstîqbala zarokên me wek esîr bi dest bixe dê tu caran negihêje armanca xwe. Gelê Kurd ê Misliman ji doh heta îro dê êrîşên ku lê hatiye kirin jibîr neke. Ev gel serî li ber tu hêzên tarî netewandiye û dê li hemberê vî rêxistinê jî serî netewîne. Gelê Kurd ê mustezef êdî eşkere dizane ku ev lûleya dirêjê wan hatiye kirin di destê kî de ye.”

 “Kesên ku dabaş hişmendiyê tahqîq neke dê bibe hedefa perçeyên şerepnelê ya ku di rojekî din de diteqe”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin divê ku bê tirs û bê perwa ev hişmendiya ku nêzî PKKê ne werin tehqîqkirin. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Divê ev êrîşa ku li gelê Kurd tê kirin were dîtin, divê ku êdî pirs li vî yekê were pirsîn û ev hişmendî êdî were lêkolînkirin. Nexwe kesên ku dabaş hişmendiyê tahqîq neke dê bibe hedefa perçeyên şerepnelê ya ku di rojekî din de diteqe.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Em êrîşa ku îro hatiye lidarxistin û bûye sedema mirina 8 kesan şermezardikin. Ji ber vî yekê Xweda rehma xwe li kesên jiyana xwe ji dest dane bike, serê xizmên wan xweş bibe û Xweda şîfa bide birîndaran. “ (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir