• DOLAR 32.452
  • EURO 34.756
  • ALTIN 2436.635
  • ...
Doza Xanikê bi encam bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Her weke tê zanîn li navçeya Hezexeya Şernexê di 29ê Gulana 2015an de M.Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku endamên HUDA PARê bûn ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin.Doza vê qetilkirinê bi encam bû. Di encama dozê de S.T.yê ku bersûcê dozê bû 42 sal ceza xwar.Her wiha di heman dozê de kesê bi navê Ş.T. ê bersûc ji sûcê pêdankirinê yên ku lê dihatin îsnadkirin berat kir û lê ji ber peydakirina çek 6 sal ceza xwar.

Piştî bi dawîbûna dozê Parêzer Yahya Turan daxuyaniyek da û destnîşan kir bersûcê dozê S.T. 42 sal û bavê wî Ş.T. jî 6 sal ceza xwar.

“Me hêvî dikir ev qatil heta saxbe di hepse de bana”

Şikrî Şîmeşekê ku birayê M.Şerîf Şîmşek bû di derbarê doza ku bi encam bû de wiha axivî: “Ji kesê bersûc re 42 sal ceza hat dayîn.Ji bavê wî re jî 6 sal ceza hat dayîn. Me hêvî dikir ev qatil heta saxbe di hepsê de bana. Me dixwast bavê wî wek kesê ku qetlîamê pê dayekirin hatibana darizandin.Lê ev ceza  hinek jî be bû wesîle ku êşa di dilê me de sivik bibe.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir