• DOLAR 32.38
  • EURO 34.751
  • ALTIN 2407.521
  • ...
Ji bo Şehît Mehmet Karaalan mewlîd hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo Şehît Mehmet Karaaslanê ku di teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de li ser Pira Şehîdan (Bogazîçî) ji teref derbekeran ve hatibû qetilkirin li Yenîbosnaya Stenbolê di Komeleya Îlke-Derê de mewlîd hat xwendin.

Di mewlîdê de Adem Aksu Qur’ana Pîroz xwend û Îbrahîm Tetîk mewlîda Kurmancî xwend. Serokê Bajêr Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk axavtinek kir. Elîbuyuk diyar kir ku şehîdê baş nas dikir û wî her tim ji bo Îslamê hewl dida ku bixebite.

Elîbuyuk axavtina xwe wiha domand: “Ewil di mirîxanê de min birayê Mehmet teşxîs kir. Rastî ji bo min şevek pir bi zehmet bû. Lê di rûyê wî de tebesumek a ku gihaye Rebbê xwe hebû. Em wisa bawer dikin ku birayê me yê Mehmet jî tê de gelek birayên me şehîd bûn. Înşaellah ew şehîd in.”

Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Zulkuf Yel di axavtina ku kir de wiha destnîşan kir: “Dema ku ji bo Mislimanan xeterek hebûya ev birayê me wek mêrxasiya Hz Alî li wir amade bû. Birayekê me yê baş bû. Keda wî ya ji bo dînê Xweda gelek bû. Wek birayên wî em şahidê wî yekê ne. Ew wekê çeraxa ku rêya me ronî dike nşaellah dê ew dê rêya me ronî bike. Xweda rehma xwe him li wî him jî li kesên ku jiyana xwe ji dest dane bike.” (ÎLKHA)



 

Bu haberler de ilginizi çekebilir