Rojnamgerên Zamanê hatin girtin
Alî Bulaç û Şahîn Alpay jî di nav de 6 xebatkarên berê yên Rojnameya Zamanê ji teref mehkemeya ku sewqî lê hatin kirin ve hatin girtin.
Her weke ku tê zanîn di çarçoveya lêpirsîna teşebûsa darbeya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîka hat kirin re hatibû vekirin de berî niha Alî Bulaç jî di nav de tevde 6 xebatkarên berê yên Rojnameya Zamanê hatibûn binçavkirin.
Alî Bulaç, Şahîn Alpay, Ahmet Turan Alkan, Mustafa Unal, Nuriye Ural û Lalezer Sariîbrahîmoglu ji teref mehkemeyê ve hatin girtin .
Her weke ku dê bîran berî vê rojekê jî Nazli Ilacak jî di nav de komek din a xebatkarên Rojnameya Zamanê hatibûn girtin.(ÎLKHA)