• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji ber çûyîna ceyranê xiyarên ku cotkar çandibûn ziwa bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên gundê Sêgirkaya Êlihê bi salan debara xwe bi çandinî û seravaniyê dikin.Gundiyan di dawiya meha adarê de di serayên xwe de xiyar çandin lê ji ber çûyînên ceyranê  yên li gund xiyarên ku bêav man ziwa bûn.Gundiyan di derbarê mijarê de diyar kirin wan hêvî dikir ku ew du mehên din jî ji xiyaran mehsûlê bigirin, lê ji ber ku ceyrana gund nîne xiyarên ku wan di serayan de çandibûn ziwa bûn.

Ji gundîyan kesê bi navê Eyûp Tekîn di derbarê mijarê de diyar kir wan di dawiya meha adarê de xiyar çandine û heta berî vê du rojan jî ew ji xiyaran mehsûl digirtin û difirotin.Tekîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê belê ji ber ku ceyran nîne tiştê ku me çandibû ziwa bû.Dînamoya me ya avê bi ceyranê dixebite.Me serê du rojan carekê xiyarên xwe av didan. Zeviya kesên ku avdanê bi dînamoyê dikirin ji ber tunebûna ceyranê ziwa bû.Xiyarên min jî ziwa bûn. Min ji van xiyaran serê 3 rojan carekê sê çuwal xiyar berhev dikir.”

Tekîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir wekîl berîya  hilbijartinan ji wan re soz dane, lê yek ji wan jî sozên xwe bi cî neanîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin kesên rayedar alîkariya me bikin.Ev gund bêxwedî mane, tu kes li van xwedî dernayê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir