• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Birecûkê polês û serokê şaredarîyê hewil dan xelkê belav bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li çar aliyê welêt xwepêşanên li dijî teşebûsa darbê berdewam dikin.Li Birecûkê xelkê ku di êvara teşebûsa darbê de  ji bo xwepêşanan li hev civiyabûn û xwe berdabûn kolanan xwestin ku belav bikin ku ev yek balan kişande li ser xwe.Amîrê Buroya Mucadeleya Bi Terorê re yê Birecûkê Erdal Akyurek megafonê hilgirte destê xwe û diyar kir bi cendirmeya Birecûkê re tu problem nîne.Akyurek bi vê bangê xwest ku xelkê belav bike.Lê belê pêşandaran guh neda banga Akyurek û jê re ji ber banga ku dike bertek nîşan dan.

Ji ber ku xelkê Birecûkê belav nebû polêsan diyarkirin ji ber îstîhabarata ku wanan wergirtine vê yekê dikin da ku ew xelkê biparêzin.

 “Serokomar bi balafirê nikare dakeve jêr, hûn çima dixwazin me belav bikin min fêm nekir”

Ji ber helwesta polêsan yekî Birecûkî di derbarê mijarê de wisa bertek nîşan da: “Serokomar bang dike da ku xelk xwe berde kolan û meydanan.Lê hûn dibêjin belav bibin.Em guh bidin serokomarê xwe ya we?Li Tirkiyê darbe çêdibe.Ev der û ew der welatên ji hev cuda  ne? Ew der gelo ne Tirkiye ye?Serokomar li Enqerê nikare dakeve balafirgehê.Hûn çima dixwazin me belav bikin.Min fêm nekir.”

Piştî vê helwesta polêsan êdî serokê şaredarîyê Birecûkê M. Farûk Pinarbaşi mudaxeleyî xelkê kir û ji wan xwest ku belav bibin.Pinarbaşi ji xelkê ku kom bûbû rica kir ji bo pirsgirêk derneyên vegerin malên xwe.

Serokê Şaredariyê: Agagiyên me yên îstîxbaratê hene

Xelk ji axavtina Pinarbaşi re bertek nîşan da û got ‘Em ê îşev li vê derê rakevin û neçin tu derî’ ji ber vê yekê Pinarbaşi ji xelkê re wiha got “Jixwe tiştekî girîng tunebûna me nedixwast ku vê qelebalixa xweşik belav bikin.Agahiyên me yên îstîxbaratê hene.Em berî ku qeza û belayek derdeke holê we dişînin malên we.Xwedê neke li vê derê bombeyek biteqe.”

Ji ber vê yekê xelkê cardin bertek ji axavtinên Şaredariya Birecûkê M.Farûk Pinarbaşi re bertek nîşan dan.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir