• DOLAR 32.57
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2450.465
  • ...
Ji zimanê midûrê ku polês e têkiliya PKK-FETOyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cengîz Saglamê Midûrê Şaxa Tekoşîna bi Terorê re ya Sêrtê piştî teşebusa derbeya 15m Tîrmehê qala têkiliyên PKK-FETOyê kir.

Saglamê ku ev demek dirêj e li Sêrtê wezîfedar e di daxuyaniya ku da de bal kişand ser têkiliyên PKK-FETOyê ya qirêj.

 Teyareya Cobrayê di gel emrê ‘lê bide’ gule berneda PKKyiyan!

Bûyerekê ya ku di serê min de hatiye. Beriya her tiştê ez diyar bikim leşkerê ewladê wetanê ya rast birayê min e. Dîrok 15ê Kanûna yekem a 2016an.  Em li çend taxan operasyonên dijî PKK li dardixin. Em di şerê de ne. Şehîdekî me û birîndarên me hene. Di dema ku operasyon didomin de ji bo teqwiyeyê bi cobarayê ji bo ku têkilî çêbe personelê min bixwe wiha diyar kir;‘di qemereya cobrayê de dîmen hene di mesafeya 100 mêtreyan de 4-5 kesên çekdar.’ Min li wê derê mêze kir û telîmata gule berdanê da. Çi bû?  Teyareya Cobrayê di gel emrê ‘lê bide’ gule berneda PKKyiyan. Me dizaniya ku çima gule bernadin.”

Teyareyê ku tevlê PKKyiyan nebû gule li ser gel reşand

Saglam diyar kir şeva ku dê teşebusa derbeyê bihatiba lidarxistin teyareya ku dê li PKKê gule bireşanda di şûna vê yekê de li ser gel reşand. Dûvre Saglam wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dîroka 15ê Tîrmeha 2015an de heman Cobra nêzî walîtiyê bû. Lê di heman wextê de li wî hawîrdorê PKK di kolanan de bû û dîsa personelê min şer dikir. Paşa û alîgirên wî yê ku di 15ê Kanûna Paşîn de emir da ku li PKKyiyan gule nereşîne û berê xwe da gel ji teref me ve hatin binçavkirin. Ev e FETO û ev bê şeref in.”

Agahiyên ku midûrê polêsê dide nîşandan ÎLKHA di warê xebera xwe ya  derbarê Sêrtê parve kiribû de mafdar e. Xeber wiha bû:

Di êvara 15ê Tîrmehê de raperîna wekê li bajarên Enqere û Stenbolê li Sêrtê jî raperînek hat lidarxistin. Leşkerên ku bi hinceta PKKê çûn bajarê Sêrtê di ser Walîtiya Sêrtê de girtin û Walî Mustafa Tutulmazê dan sekinandin. Lê gelê ku derket kolanan misade nekir ku derbeker walîyê bigirin.

Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) ji sibeya 15ê Tîrmehê heta êvarê li ser bûyerên ku li Sêrtê qewimî sekinî û bal kişand ser wê rojê.

Sibeya 15ê Tîrmehê li navenda Polêsan a Cumhuriyetê êrîşa roketê hat kirin. Li ser vê yekê şer derket. Piştî şerê PKKyî revîn. Têketina Cadeya Cumhuriyetê û taxên Dumlupinar û Algulê hat qedexekirin.

Walîtiya Sêrtê jî diyar kir ku li cadeyên Aydinlar, Cumhuriyet, Şeyh Zeynep, Şeyh Suleyman, Ahmet Kîganê û kûçeyên 427, 429 û 652yê di 15ê Tîrmehê ji saet 18.00an pê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Yekîneya Leşkeriya Taybet a Erûhê hat gazîkirin

Ji ber ku polês kafî nebû ji leşkeran alîkarî hat xwestin û ji bo midaxaleyê leşker ji Erûhê hat gazîkirin. Lê leşkerên ku hatin Sêrtê midaxaleya PKKê nekirin.

Yekîneya taybet a ku hatibû gazîkirin di şûna midaxaleya PKKê di ser walîtiyê de girt!

Yekîneya taybet a ku ji bo midaxalekirina PKKê ji Erûhê hatibû bi teşebusa derbeyê re di fermandariya general Ahmet Şîmşekê Fermandarê Tugaya Komandoyê ya 3 yemîn a Sêrtê de di ser Walîtiya Sêrtê de girtin. Lê Walî Mustafa Tutulmazê ku ji teref leşkeran ve wek girtî hatibû sekinandin ji ber ku gel bertek nîşan da hat serbestberdan.

Fermandarên derbeker hatin girtin

Di derbarê kesên ku teşebusa derbeyê kirin yên wekê Tuggeneral Şîmşek û fermandarê Tabura Komandoyê Serheng Cehrelî bi binasiya ‘Teşebusa Derbeyê’ hatin girtin.

Di derdegirtina qereqolê ya PKKê tesaduf nebû!

PKKyî 15ê Tîrmeha 2016an di saet 03.00an de têketin navenda Sêrtê û li Navenda Polêsan a Cumhuriyetê êrîşa roketî pêk anîn. Piştî vê yekê şer derket. Piştî şerê PKKyî revîn. Ji ber ku polês kafî nebû ji leşkeran alîkarî hat xwestin û ji bo midaxaleyê leşker ji Erûhê hat gazîkirin. Lê leşkerên ku hatin Sêrtê midaxaleya PKKê nekirin. (ÎLKHA)


 


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir