Di Karûbarên Hindir de operasyona mezin
Hat ragihandin ku di bergeha Wezîrtiya Karûbarên Hindir de 8 hezar 777 personel ji wezîfeyên xwe hatine dûrxistin.
Wezaretiya Karûbarên Hindir ragihand ku di bergeha Wezîrtiya Karûbarên Hindir de 8 hezar 777 personel ji wezîfeyên xwe hatine dûrxistin.
Di nav kesên ku ji wezîfê hatine dûrxistin de 1ê wî waliyê bajêr û 29ê wî waliyê navend bi tevahî 30 walî, 52 mifetişê milkiyeyê, 246 amîrê îdareya milkiyeyê, 16 şêwirmendê hiqûqê, 1î alîkarê midûrê giştî û 2 serokên daîreyê hene. (ÎLKHA)