• DOLAR 32.386
  • EURO 34.765
  • ALTIN 2409.251
  • ...
Ji  STKyên Bingolî  bernameya Fitara Ummetê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Piştevanî û Biratiya Îslamî ya ku bi beşdarbûna bi dehan STKyan hatiye damizrandin li hewşa Mizgefta Mezin bernameya Fitara Ummetê tertîp kir.Xelkê Bîngolê eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dan.

Hewşa camiya ku ew ê lê xwarina fitarê hatibana dayîn pêşî hat şûştin û merş lê hatin raxistin.Bi vî awayî mizgeft ji bo fitarê hat amedekirin.Beriya fitarê Qur’ana Kerîm hat xwendin û ji bo ku ummet ji musîbet û zehmetîyan xelas bibe bi şikleke girseyî dia hat kirin.

Rayedarên Platforma Piştevanî û Biratiya Îslamî diyar kirin fitara ku hatiye dayîn ji bo yekîtî û digelheviya Mislimanan gaveke gelekî muhîm e.

Beriya xwarina fitarê li ser navê platformê Yûsif Bogatekîn axavtineke kurt kir.Bogatekîn di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Misliman li her derî di bin zilmê de dijîn  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Mislimanan li kû derê cîhanê dijîn bila bijîn ferq nake  divê em derdê wan birayên xwe yên Misliman wek derdê xwe bizanibin û divê ji bo ku em karibin birînên bipêçin hewil bidin.Xweda bike nesîbê me ku em di nava yekîtî û digelheviyê de bin.Xweda xeyd, tengasî û tefrîkayên di nav me de rake.”

Xelkê Bîngolê ji bernameya xwarina fitarê ya ku hat dayîn re eleqeyeke mezin nîşan da.Rayedarên STKyan ên ku beşdarî bernameya fitarê bûn di derbarê mijarê de  hest û ramanên xwe anîn ziman û qala yekîtî û digelheviya Mislimanan kirin.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir