• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Normalbûna bi Îsraîlê re qebûlkirina Îşqal û xespê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî êrîşa Mavî Marmarayê ya ku ji teref rejîma terorê ya Sîyonîst Îsraîlê ve hatibû kirin Tirkiye têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re dabû sekinandin. Ji ber ku piştî vê êrîşê têkiliyên her dû aliyan normal û Tirkiye û Îsraîl li hev hatin bertek tên nîşandan.

Piştî ku ev mutabaqat di nabeyna her dua liyan de pêk hat Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya daxuyanî da. Kaya wiha destnîşan kir: “Normalbûna bi Îsraîlê re qebûlkirina Îşqal û xespê ye.”

 “Embargoya Xezeyê gor kêfa Îsraîlî qismen tê sivikkirin”

Ridvan Kaya diyar kir ku bi vî lihevhatinê re dê hebûna çeteya Sîyonîst neyê meşrûkirin. Dûvre Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her çi qas Tirkiye diyar bike ku bi lihevhatinê re embargo rabûye ev embargo nehatiye rakirin bes hatiye sivikkirin û gor kêfa Îsraîlê hêştine. Ev eşkere ye. Dorpêçkirina Xezeyê bi heman şiklê didome. Embargoyê Xezeyê nehatiye rakirin bes gor kêfa Îsraîlî qismen hatiye sivikkirin. Ya xirabtir ew e ku Tirkiye li ber vê yekê serê xwe ditewîne û vê embargoyê dipejirîne.”

 “Tê idîakirin dozên ku di derbarê van qetîlan de didomin dê bi qanûnan werin domandin”

Kaya bal kişand ku dê doza Mavî Marmarayê jî di vê pêvajoyê de wek neyînî bandordar bibe. Dûvre Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her wiha di bergeha şert û mercên di derbarê tezmînat û uzra Mavî Marmarayê de dê çi bibe û ev yek çawa bidome eşkere nîne. Çendîn caran xizmên şehîdan diyar kirine ku teleba wan tezmînat nîne. Ew dixwazin ku qetîl werin darizandin. Lê tê idîakirin ku dema ev tezmînat were dayîn dê lêpirsîna di derbarê van qetîlan de jî were asêkirin.”

Kaya destnîşan kir mijara alîkariya gelê Filîstînê derêxistin pêş da ku ji têkiliyên bi Îsraîlê re zemînekî meşrû amade bikin. Dûvre Kaya wiha axavtina xwe domand: “Rastî ji xwe dema ku tenê xweferzkirina pejirandina Îsraîlê ya di derbarê alîkariyên însanî ya ji bo gelê Xezeyê jî mirov dide berçavan ev normalbûna bi çeteya Sîyonîst re derdixe holê. Mijara alîkariya gelê Filîstînê derêxistin pêş da ku ji têkiliyên bi Îsraîlê re zemînekî meşrû amade bikin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir