• DOLAR 32.266
  • EURO 34.702
  • ALTIN 2403.46
  • ...
Di wesayîta parlementerê HDPyî de PKKyiyek hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wesayîta Ahmet Yildirimê Parlementerê Mûşê yê HDPyî yê ku çend roj berê beşdarê cinazeyên PKKyiyên ku di çolwara Bedlîsê de wek mirî hatibûn bidestxistin bûbû de 3 kes hatin binçavkirin. Ji gumanbaran yekî bi binasiya ‘endambûna PKKê’ hat girtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin dema ku konvoya cinazeyên PKKyiyan derbas dibe polês wesayîta ku Ahmet Yildirimê Parlementerê Mûşê yê HDPê jî tê de ye dide sekinandin. Hat ragihandin ku di wê demê de şexsekî ya ku di nav wesayîtê de bû çek dirêjê Yildirimê dike. Ji ber vê yek polês dixwaze ku li nasnameyên van kesan binêre. Lê ji ber ku ew kes nexwestin nasnameyên xwe bidin nîşanê polêsê hatine binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin Ahmet Yildirimê Parlementerê Mûşê yê HDPê diyar kiriye ku destnedayîniya wî heye û dûvre çûye ser dîreksiyonê û xwestiye ku bi wesayîtê bide ser polêsan.

Piştî miemeleya ku di derhaqê şaxsê ku hatibû binçavkirin temam bû kesê binçav bi binasiya ku endamê PKKê ye hat girtin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir