• DOLAR 32.38
  • EURO 34.751
  • ALTIN 2407.521
  • ...
"Hûn çi qas Qur'anê bixwînin serkeftina we dê ew qas zêde bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak li Qoserê bi xwendekaran re hat cemhev. Koçak destnîaşan kir kesên ku Qur’ana Pîro dixwînin serkeftina wan zêde dibe. Ji ber vî yekê walî şîretê li xwendekaran kir ku Qur’anê bixwînin.

Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçakê ku tayîna wî derketiye Aydinê di Amadehiya Îmam Xetîba Anadolê ya Qîzan ê Furkan Doganê de bi xwendekaran re hat cemhev. Koçak şîret li xwendekaran kir ku Qur’anê bixwînin. Koçakê ku di gava ziyareta xwe de axivî wiha pê de çû: “Divê ku Qur’ana Pîroz ne ji bo ders were dîtin. Divê ku wek terza jiyanê were dîtin. Hûn çi qas Qur’anê bixwînin serkeftina we dê ew qas zêde bibe.”

 “ÎHL derên ku walî an jî qeymeqam bi hêsanî diçûn wir nebûn”

Koçak bal kişand ku bixwe jî xwendekarê Îmam Xetîbê ye. Dûvre Koçak wiha pêde çû: “Di dewra me de xwendina Îmam Xetîbê hêsan nebû. ÎHL derên ku walî an jî qeymeqam bi hêsanî diçûn wir nebûn. Piştgiriya dewletê ji Îmam Xetîbê re tunebû. Dewlet bes mamoste tayînê wir dikir. Mesrefên van dibistanan jî ji teref xêrxwazan ve dihat temînkirin. Dema ku ez di dibistana navîn de xwendekar bûm ez ji aliyekî ve dersê Erebî hîndibûm. Ji aliyekî ve jî ji bo hafiztiyê dixebitiyam.”

Koçak diyar kur ku wî zêde Qur’an dixwend. Dûvre Koçak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di dibistanê de dibûm yekemîn xwendekar. Dema ku min xwendina xwe ya Qur’anê kêm kir serkeftina men jî kêm bû. Divê kesên ku di Îmam Xetîbê de herî kêm rojê carek Qur’anê bixwînin. Xweda zêhna kesên ku Qur’anê dixwînin vedike û hûşên wan qewîntir dike. Divê ku Qur’ana Pîroz ne ji bo ders were dîtin. Divê ku wek terza jiyanê were dîtin. Hûn çi qas Qur’anê bixwînin serkeftina we dê ew qas zêde bibe.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir