• DOLAR 32.456
  • EURO 34.681
  • ALTIN 2388.809
  • ...
Muhammed Eliyê boksor wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Eliyê ku şampiyonê dinyayê ya sikleta giran bû ev bû demeke dirêj ji ber nexweşiya parkînsonê tedawî didît. Hat ragihandin Muhammed Elî ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxanê û piştî demekê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Navê wî  boksore efsenawî  ya rastî Cassîus Marcellus Clay bû.Piştî ku ew di sala 1964an de bû misliman  navê xwe yê berê Cassîûs Marcellûs Clay Jr. guhert û kir Muhammed  Elî.

Boksorê efsenawî piştî ku dev ji boksê ber da re pê re nexweşiya Parkînsonê derket.

Muhammedd Elî di sala 1964, 1974 û 1978an de sê caran şampiyontiya boksa giran qezenc kir û vê serketîbûna xwe li hemberî reqîbên xwe 19 caran muhafeze kir. Elî di heyata xwe da derkete  61 pêşbirkî û di 56 pêşbirkan de qezenc kir.







Bu haberler de ilginizi çekebilir