• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Îhtîmala rêvebirina NYEyê yê Trumpê cîhanê diltirs dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Donald Trumpê ku di pêşesaziya serokatiya NYEyê de ji bo serokatiya dewletê namzet e ji ber ku dijminê alema Îslamê ye misliman diltirs in.

Navenda kapîtalîzma wehşî û aktora herî mezin a dinyayê ya emperyalîzmê û berpirsyarê yekemîn a xwîn rijandinê û her wiha namzetê nîjadperest ê NYEyê Donald Trump ji ber ku dijminê Îslamê ye heke di hilbijartinê de wek serok were hilbijartin dê rewşekî çawa Mislimanan pêşewaz bike.

Donald Trump kî ye?

Trumpê ku ji teref raya giştî ve gelek tevecuh dibîne di nabeyna milyarderên New Yorkê de ye. Gelemperê serweta wî ji qumarxane û navendên şahîniyê pêk tê.

Trump bi axavtinên xwe yên bêast tê zanîn û kesê ku wekê wî nefikire û kesên wekê wî bawer neke hertim tehdît dike. Bi taybet dijmintiya xwe yê di derbarê Mislimanan de eşkere tîne ziman.

Trump ji Aqademiya Leşkerî ya New Yorkê mezun bûye. Fikr û ramanên Trumpî yên di derbarê jinan de jî wekê Ewrûpaya Çaxa Navîn e. Yanê Trump jinan wekê meta û madeyan dibîne.

Wekê ku tê zanîn Trump di axavtina xwe ya di derbarê hilbijartinê de heqaret li însanan dike û çêr dide. Trump bi milyonan pere yên ku ji bo hilbijartinê xerc dike hewl dide ku gel bikêşe aliyê xwe û wan îqna bike.

Her wiha namzetê serokê ya din jî Hîllary Clînton e. Di derbarê vê de di raya giştî de idîayên gelek ecêb û cidî hene. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir