• DOLAR 32.206
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2419.047
  • ...
Serkanê Giştîyê Leşkerî: Dibe ku helîkoptera me bi füzeye hatibe daxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derbarê helîkoptera ku çend roj ber li Çêleya Colemêrgê ketibû de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dibe ku helikopter bi fûzeyê hatibe daxistin.

Wekê ku tê zanîn di dîroka 13ê Gulana 2016an de li Çêleya Colemêrgê di çolwarê de ketibû. Serkanê Giştiyê Leşkerî diyar kir dibe ku ev helîkopter bi fûzeyê hatibe daxistin.

Dibe ku helîkopter bi fûzeyê hatibe daxistin

Di domahiya daxuyaniya ku ji teref Serkantiya Giştî ya Leşkerî ve hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Dema ku helîkopter wezîfeyên xwe îcra dikirin, helîkpoterek ji teref unsurên rêxistinê ve bi cînsekê ku hêj nehatiye diyarkirin ve hatiye daxistin. Tê nirxandin ku ev yek bi çeka parêziyê ya ku wek fûze tê zanîn hatibe darxistin.”

Her wiha hat diyarkirin ku tehqîqat û lêkolînên di derbarê heman bûyerê de ji teref kesên wezîfedar ve tên domandin.

Di êrîşê de 2yê wî pîlot 8 leşker jiyana xwe ji destdabûn û 13 leşker jî birîndar bûbûn. Di operasyonên wî çaxê de 13 PKKyî jî hatibûn kuştin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir