Qezaya trafîkê: 1 mirî 6 birîndar
Li Diyarbekirê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê du wesayît li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 09.30an de pêk hat.Hat ragihandin navê kesê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest daye Mehmet Selîm Can e.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)