Di dema derbasbûna wesayîta bi zirx teqîn: 3 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 kes birîndar bûn û bi tûndiya vê teqînê re avahiyên hawîrdor zirarê dît.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve didome tûndiya pevçûnan roj bi roj zêdetir dibe. Li Nisêbînê di nabeyna cadeyên Cumhuriyet û Lozanê de di dema wesayîta bi zirx o polêsan de bombe hat înfilaq kirin. Tê gumankirin ku vê teqemeniyê PKK bicî kiriye.
Di encama êrîşê de 3 polêsên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Her wiha hat dîtin ku bi bandora teqînê re gelek dikan û malên di hawîrdor de zirarê dîtine. (ÎLKHA)