TSK: 32 PKKyî hatin kuştin
Serfermandarî destnîşan kir ku li Şernex, Nisêbîn û Geverê ji doh pê ve 32 PKKyî hatine kuştin.
Serfermandarî di bin serenava ‘Bûyerên Navwelat ên Girîng` de di derbarê operasyonên ku li Şernex, Nisêbîn û Geverê tên lidarxistin de agahî da. Gor vê agahiyê ji doh pê ve 32 PKKyî hatine kuştin.
Li Şernexê 16 PKKyî hatin kuştin
Hat diyarkirin ku doh li Şernexê 16 PKKyî hatine kuştin. Di bergeha van operasyonan de jimara PKKyiyên ku li Şernexê hatine kuştin bû 104. Her wiha li navenda bajarê 19 teqemenî hatine îmhakirin. Bi van 19 teqemeniyan re jimara teqemeniyên ku hatine îmhakirin bû 241.
Li Mêrdînê 12 PKKyî hatine kuştin
Hat belavkirin ku di operasyonên ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê didome de ji doh pê ve heta niha 12 PKKyî hatine kuştîn. Li navçeya Nisêbînê bi vê jimarê re hat destnîşan kirin ku heta nuha 107 PKKyî hetine kuştin. Her wiha bi 6 teqemeniyên ku doh li navçeyê hatine îmhakirin re heta niha li navçeyê 221 teqemenî hatine îmha kirin.
Li Colemêrgê 4 PKKyî hatin kuştin
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi 4 PKKyiyên ku doh di operasyonan de hatine kuştin re hat ragihandin ku heta niha 83 PKKyî hatine kuştin. Her wiha 3 qanas, keleşek, çekekê nêçîrê, 11 narincok, 3 berikên roketê, 60 mihîmatên hewanê, têlsizek, 52 top qablo, 10 kg amonyum nitrat, gelek teqemenî hatine bidestxistin. Her wiha heta niha 91 teqemenî jî hatine îmha kirin. (ÎLKHA)