• DOLAR 32.555
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2443.801
  • ...
 `Divê ku demildest li Sûrî aştiyekê mayînde pêk were`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Seroktiya Bajarê Bursayê ya HUDA PARê ve li navçeya Yildirima Bursayê di Gundê Cumalikizika dîrokî de civînekê lidarxist. Di civînê de Serkreterê Giştî ya HUDA PARê Mehmet Yavuz bi endamên çapemenî û Saziyên Ciwakî yên Siwîl re hat cemhev.  Yavuz di civînê de di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da.

Di civînê de Yavuz destnîşan kir ku pêwîst e ev şer û pevçûnên ku li herêm diqewime û şer û pevçûnên Sûrî yên ku herêm wek pêt û alav dûrpêç kiriye jî demildest werin rawestandin.

 “Wek Umet em rojên herî dijwar dijîn”

Yavuz belav kir ev pêvajoya îro ji bo umetê pêvajoyekê dijwar e û Umet rojên gelek zor û zehmet derbas dike. Dûvre Yavuz wiha axavtina xwe domand: “Belkê wek Umet em rojên herî dijwar dijîn. Niha jî du mijarên me yên ku bi derd û kul e hene. Ji van yekî ew e ku di bajarên Rojhilatê de şer diqewime. Ya duyem şerê Sûrî ya ku bi pevçûnên li wir re têkildar e. Ev her du mijar jî aramî û hizûra welatê me xirab dikin. Ev keştiyek e û divê ku em bi vê keştiyê re eleqedar bibin.”

 “Ji ber ku Pirsgirêka Kurdan wek pirsgirêka asayîş û ewlehî hatiye dîtin ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin”

Yavuz destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêkekê wek Pirsgirêka Kurdan heye û ev yek bes pirsgirêka asayîş û ewlehiyê nînin. Her wiha Yavuz diyar kir ji ber ku Pirsgirêka Kurdan wek pirsgirêka asayîş û ewlehî hatiye dîtin ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Dûvre Yavûz axavtina xwe domand: “Lê hewceye ku reçeteyên zexm werin amade kirin. Ji bo vê yekê jî divê ku mirov ji nîjadperestiyê dûr bisekine û bi hev re bi şiklekî aşitiyane bijîn. Mixabin ji ber polîtîqayên çewt yên ku 80-90 sal berê hebû îro bû sedema van bûyerên ku diqewimin. Ji xwe çewtî û xeletî jî ev e. Ev texrîbatên ku îro PKK û alîgirên wê pêk tînin encama neçareserkirina kaos û araşiyên ku çendîn sal in didome ne. Wek HUDA PAR di vê mijarê de ramanên me yên aşîkar û eşkere hene. Ji xwe ji ber ku ev gavên ku em diyar dikin nehatin avêtin me jî biryar da ku wek partî rêya xwe bidomînin.”

 “Divê ku 2 mase were saz kirin”

Yavuz destnîşan kir ji bo Pirsgirêka Kurdan divê ku 2 maseyên ji hev cûda were saz kirin. Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Di masekê de divê ku bes rêxistina çekî û mijara danîna çekan were axavtin. Ji xeynî vê yekê tu tîşt neyê axavtin. Lewra heke ji xeynî ve yekê mijarên din jî werin axavtin dê ev mijar rêxistinê meşrû bike. Dê wek madeyên hormonî wan mezin bike. Di maseya duyemîn de ji divê ku mijara 80-90 salî ya ku Pirsgirêka Kurdan wek sîyasî û bê çek were çareserkirin. Dê di serî de perwerdehiya zikmakî ya Kurdî û mafên ku Xwedê Teala ji însanê re helal hesibandiye were axavtin û dê di vê masê de hemî kom û kemeleyên saziyên civakî werin cemhev.”

 “Em erdnîgara Îslamê wek nav malên xwe dibînin”

Yavuz destnîşan kir ku wek HUDA PAR ji bo çareseriya Sûrî pend û şîret dane. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em erdnîgara Îslamê wek nav malên xwe dibînin. Heke em mafdar bibin jî dema ku em hewl bibin çareseriyê bi çekan bînin wê çaxê em jî zirarê dibînin. Me di derbarê vê yekê de hişdariyên xwe dabûn. Belê rast e ku zalimekî li ser serê Sûrî heye û li gelê xwe zilm dike. Di derbarê vê yekê de tu kesî guman nake. Lê heke em mafdar bibin û heqî li aliyê me bibe jî dema ku em hewl bibin çareseriyê bi çekan bînin wê çaxê em jî zirarê dibînin.” (ÎLKHA)










 

Bu haberler de ilginizi çekebilir