• DOLAR 32.267
  • EURO 34.736
  • ALTIN 2400.458
  • ...
Mîsyoner li Amedê jî hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîsyonerên ku karûbarên xwe li hemî bajarên Kurdistana Tirkîyê zêde kirine bajêr û sûkan dizivivirin û ji bo propexendeya Xrîstyantiyê di derbarê dînê Xrîstyantiyê de Încîl û broşûr belav dikin.

Mîsyonerên Koreyî yên ku di gelek otêlan de dimînin bi taybet karûbarên xwe li navçeyên Yenîşehîr û Kayapinarê pêk tînin. Di van komên mîsyoner yên ku ji qîz û kuran pêk tên de kesên ku Tirkî û Kurdî jî dizanin hene. Polês jî midaxaleya van kesên ku propexendeya Xrîstyantiyê dikin û broşûr di derbarê vê yekê de belav dikin nakin.

Li hinek deran gel ji van mîsyoneran re bertek nîşan da. Mîsyoner dema ku qemerayan dibînin ji bo ku dîmenên wan neyên kişandi ji ber qemerê direvin.

Mustafa Bakanê ku mîsyoneran dîtiye diyar kir ku ew mîsyoner gelek baş  Tirkî û Kurdî dizanin.

 “Gelek baş Tirkî û Kurdî dizanin”

Bakan diyar kir ku ev kom xwe wek şahidên Yehova didin nasîn. Dûvre Bakan axavtina xwe wiha domand: “Mîsyoner, otêlên ku li Dagkapiyê ne wek mekan ji xwe re girtine. Qîz û  kur bi hev re dizivirin. Gelek baş Tirkî û Kurdî dizanin. Diyar dikin ku ew şahidên Yehova ne. Her wiha ji gel dixwazin ku dînê xwe biguherînin. Min pîrekek pîr dît. Wegirtina wê wek wegirtina pîrekên herêm bû. Lê mîsyoner bû. Pîrekê hertim digot bawerê Xwedê Teala û Pêxemberê Xwedê Teala bikin. Werin şewqa Xwedê Teala. Min jê re got ‘Çima te navê Pêxemberê me negot?’ Wê wek bersiv wiha diyar kir: ‘Ez şahidê Yehova me.’”

 “Taxên ku em nikarin têkevinê ew dikarin bikevinê”

Bakan diyar kir ku ev karûbar bi tu şikle nayên qebûl kirin. Dûvre wiha pê de çû: “Heke ew qala mîsyonertiyê dikin çima di derbasbûyî de ji kesên ku di mizgeftan de karûbarên îslamî re astengî derxistin? Gelek derfetan didin mîsyoneran. Mesela em nikarin di navçeya Surê de bizivirin. Lê ew çawa dikarin bizivirin?”

Ji şahidan Nezîr Guneş jî diyar kir ku 4 caran mîsyoneran dîtiye.

 “Dewlet, midaxala van kesan nake”

Guneş wiha diyar kir: “Bi taybet min dît ku ev mîsyoner gelê herêmê didin sekinandin û ji wan pirs dipirsin. Min berê fêm kir ku navnîşan dipirsin. Lê dema ku min dît ji çentên xwe nod derxistin, dan destê wan kesan. Li hemberê vê yekê gel wek bertek ‘Îsa, Încîl, Xrîstyan, ez’ bertek nîşan dan. Ji ber ku min Îngîlîzî dizaniya min hewl da ku ez bi wan re biaxivim. Lê ew ji min direvîna.”

 “Ev, di vê dema ku şer heye de ji bo şer nehatine vir”

Güneşê ku ji bo vê yekê bertek nîşan da wiha destnîşan kir: “Heke misliman vê yekê kiribana, dê bigotana ‘Îrtîca şeytanqûnî bûye, laîqî ji dest diçe.’ Niha li her otêlê de Koreyî hene. Bişev diçin baran û stran dibêjin û peyamên bêhişî didin. Lê ji ber ku gelê  me ji vê yekê haydar nînin ez vê yekê wek xeter dibinim. Pêwîst e ku rêvebir û saziyên civakî xwedî li vê yekê derkevin.” (ÎLKHA)

 

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir